Li Silêmaniyê konferansek li ser pirsgirêka avê hate lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê konferansek li ser pirsgirêka avê ya li herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Di konferansê de sedemê pirsgirêka avê, pîsbûna avê û gelek mijarên din hatin guftugo kirin.


Li hola Komara Kurdistan ya kolêja Zanistî ya Mirovan ya zanîngeha Silêmanî konferansa ‘Pirsgirêka avê li herêma Kurdistan û awayê parastina wê’ hate lidarxistin.

Di konferansê de gelek coxrafînasên zanîngehên herêma Kurdistanê, Iraq, Îran û Brîtanyayê amadebûn. Di konferansê de wê gelek babetên li ser pirsgirêkên avê werin pêşkêşkirin. Herwiha wê di konferansê de li ser pîsbûna jîngehê, bandora pîsbûna avê, guhertina av û hewa, bandora li ser çavkaniyên avê yên li herêma Kurdistan, rêvebirin û girîngîdayîna çavkaniyên ava li herêma Kurdistan û bandora wê ya li ser aboriyê bên guftugo kirin.

Armanca konferansê ewe ku sedemê pirsgirêka avê bê dîtin û ji bo ewlekariya wê çi bê kirine. Herwiha ji bo pirsgirêka avê çareseriya herî guncaw çiye bê dîtin. Tê payîn konferans 2 rojan berdewam bike.

(nr)