Li Xaneqîn cenazeyek hat dîtin

Li navçeya Xaneqîn cenazeyê welatiyek hat dîtin.


Cenazeyê welatiyê bi navê Mihemed Ezîz (46) li kenara robarê Elwen a ser bi navçeya Xaneqînê a ser bi parêzgeha Diyalayê hat dîtin. Li gorî agahiyan li ser bedena Ezîz şopa guleyê hatiye dîtin.

Di derbarê bûyerê de polîsan lêkolîn da destpêkirin.

(nr)