Li Xurmatû dîsa alozî: Hemwelatiyek hat kuştin û du kes hatin revandin

image_print

Sêşem, 8 Berfanbar 2015 – 07:37 

Li Xurmatû dîsa alozî: Hemwelatiyek hat kuştin û du kes hatin revandin

Carekedin çekdarên Heşd El Şeebî li bajarokê Xurmatû dest bi êrîşa li ser hemwelatiyan kirin. Di êrîşê de ku 4 seatan berdewam kir, hemwelatiyek hat kuştin û du jî hatin revandin.


HOŞMEND KURDÎ / XURMATÛ

Îro serê sibê çekdarên Heşd El Şeebî li bajarokê Xurmatû yê ser bi parzêgeha Selahedîn du hemwelatî revandin û hemwelatiyek jî hat kuştin. Hemwelatiyên mijara gotinê hemû Erebên Sune ne.

Berpirsê ragihandina Qaymeqamtiya bajarokê Xurmatû Mihemed Fayiq der barê bûyerê de ji RojNews re axivî û ragihand ku Çekdarên Heşd El Şeebî li ser rêya giştî ya di navbera bajarokê Xurmatû li hember Kuleja bajarok du hemwelatiyên Sune yên Ereb ber bi cihek ne diyar ve revandine. Mihemed Fayiq der barê çarenûsa kesên hatine revandin de jî ev agahî da: “Li gor agahiyên me girtine kesên hatine revandin piştî çend seatan dîsa hatine berdan.”

Berpirsê ragihandina Qaymeqamtiya bajarokê Xurmatû herwiha dazanîn ku dîsa şevê din hêzên çekdarên Heşd El Şeebî hemwelatiyek Sune yê Ereb li taxa Eskerî ya bajarokê Xurmatû kuştine.

(ge/

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist