Li Xurmatû karmendên tenduristiyê yên Kurd ji ber Heşdî El Şehbî naçin li ser kar

image_print

Duşem, 11 Avrêl 2016 – 21:05 

Li Xurmatû karmendên tenduristiyê yên Kurd ji ber Heşdî El Şehbî naçin li ser kar

Karmendên Kurd ên nexweşxaneya giştî ya navçeya Xurmatû ji ber tirsa çekdarên Heşdî El Şehbî nêzî 3 heftene neçûne dewamê. Karmend jî didin diyar kirin ku ji ber garantiya jiyana wan nîne wê dewam neketin, ji ber ku hêzên Heşdî El Şehbî destûrê nadin hêzên Kurd nexweşxaneyê giştî ya Xurmatû bi parêzin.


HUŞMEND KURDÎ / XURMATÛ

Karmendên Kurd ên nexweşxaneya giştî ya navçeya Xurmatû ya Selahedînê ji ber tirsa çekdarên Heşdî El Şehbî nêzî 3 heftene neçûne dewamê. Li ser mijarê çavkaniyek ji polîsên Xurmatû ji RojNews re diyar kir ku çekdarên Heşdî El Şehbî napejirînin hêzên Kurd nexweşaneya giştî ya Xurmatû bi parêzin û li derdora wê bi cih bibin. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku belgeya vê yekê ewe ku piştî ku îro hêzekî Kurd hatin sînorê nexweşxaneyê, li hemberî vê yekê Heşdî El Şehbî jî hêza xwe anîne û niha hem hêzên Kurd, hem jî hêzên Heşdî El Şehbî li herêmê nemane.

Serokê Komîsyona Tenduristiyê yê navçeya Xurmatû Sebah Cûma diyar kir ku ji bo karmendên Kurd yên nêzî 3 hefteyanin nehatine dewamê di nava hewildanan de ne, da ku dest bi karên xwe bikin û got ku ji bo vê yekê wan çend caran ligel wan karmendan civîn lidarxistine.

Serokê Komîsyona Tenduristiyê yê navçeya Xurmatû Sebah Cûma herî dawî got; “Heşdî El Şehbî napejirîne hêzên Kurd nexweşxaneya Xurmatû biparêzin. Me daxwaz ji qaymeqamtiyê û rayedarên navçeyê kirine ku jiyana karmendan bi parêzin, lê hewildana wan yên îro ku hêzên Kurd şandin li nexweşxaneyê û li hember vê yekê Heşdî El Şehbî jî hêzên xwe anîn. Ev yek jî bû sedem ku karmendên Kurd li ser boykota xwe berdewam bikin.”

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist