Li Zîne Wertê di navbera PDK’ê û YNK’ê de alozî derket

Çarşem, 25 Mar 2020 – 16:43  NAVENDA NÛÇEYAN

Li Zîne Wertê di navbera PDK’ê û YNK’ê de alozî derket

Li gorî zanyariyên bi dest ketin, ji duh ve li bajaroka Wertê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê alozî di navbera PDK’ê û YNK’ê de derketiye û her du aliyan jî hêza leşkerî şandiye deverê.


Li gorî zanyariyên ji çavkaniyek ji nava bajaroka Wertê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bidestketin, duh li benda kontrolê ya ketina bajaroka Wertê ku asayîşa ser bi PDK’ê lê dimîne, dema ku hin ji xelkê  bajaroka Wertê ku li Ranyayê niştecihin û xwestin herin ser bax û bostanên xwe, asayîşê ji wan re gotiye ji ber biryara qedexeya hatûçûnê destûr nayê dayîn ew derbas bibin.

Heman serçave diyarkir kesên ku li benda kontrolê hatin vegerandin, piraniya wan kesên berpirs û efserin di nava YNK’ê de, her wiha da zanîn wan kesan ji endamên asayîşê re gotine ger ew bi xweşî rê nedin herin nava zeviyên xwe, ew ê bi rêya hêzê derbas bibin.

Heman çavkaniyê eşkere kir ji bo çareserkirina aloziyê, Lîwaya 7 a Piyade  ya Soran ku lîwayek hevbeşe ji pêşmergeyên PDK’ê û YNK’ê pêktê û ser bi Wezareta Pêşmergeye, hatine li ser Zîne Wertê bicih bûne û dest bi avakirina baregehên leşkerî kirine.

Zîne Wertê deverek stratejîk û giringe, sinorê cûdakirina îdareya Raperîn û bajaroka Wertê ye. Rêze çiyayê Karox û Qendîlê bi heve girêdide.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist