Li Zînî Wertê rewşa dawî

Şemî, 18 Avrêl 2020 – 13:25  REWANDIZ/ROJNEWS

Li Zînî Wertê rewşa dawî

Li Zînî Wertê aloziya ku piştî bicîhbûna hêzên PDK’ê destpê kiribû, didome. Li ser herêmê ev 2 rojin balafirên sîxurî yên dewleta Tirk a dagirker digerin. Gelê herêmê jî, ji rewşa heyî gelekî nerazî ye.


Li herêma Zînî Wertê ku dikeve navbera çiyanê Karox û Qendilê û girêdayî navçeya Rewandizê ye, alozî didome. Nêzî 2 hefte beriya niha hêzek pêşmergeyan ên girêdayî PDK’ê li Zînî Wertê bicîh bû û baregeh çêkir. Piştî wê hêzek YNK’ê jî çû herêmê. Li ser aloziyê hat gotin ku Lîwaya 7 a hevbeş ji hêzên YNK û PDK’ê pêk tê çûye herêmê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku ev hêza Pêşmergeyan ji ber virûsa Korona çûye wir. Li aliyê din balafirên sîxurî yên dewleta Tirk jî li ser herêmê bênavber geriyan. Di 15’ê Nîsanê de jî balafirên şer ên dewleta Tirk herêm bombebaran kir.

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku piştî bombebarên hêzek Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê çûne Zînî Wertê. Lê PDK’ê îdîa kir ku li herêmê hêzên wan nîn in û pêşmergeyên li wir girêdayî Wezareta Pêşmergeyan e.

Di 16’yê Nîsanê deMekteba Siyasî ya YNK’ê civiya û piştî civîna derengiya şevê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li Serokê Herêma Kurdistanê hat kirin ku fermana paşvekişandina hêzên Pêşmergeyan ji Zînî Wertê bide.

Di 17’ê Nîsanê de jî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê dehat diyarkirin ku piştî hêzên PDK’ê li Wertê bicîh bûne, yekîneyek gerîla ya ji 3 kesan pêk tê çûye cem pêşmergeyan û ji wan re gotiğe ku hebûna wan a li Wertê baş nîne û xwestine ku paşve bikişin. Di daxuyaniyê hat gotin ku gerîla piştre  ji cem pêşmergeyan veqetiyan e û li cihekî nêzî wan bicîh bûne. Lê heman rojê (15 nîsan) balafirên şer ên dewleta Tirk cihê gerîla bombebaran kiriye û hersê gerîla şehîd bûne. KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku hersê gerîla di encama îxbara ku ji nava noqteya pêşmergeyan hatiye dayîn, şehîd bûne. KCK’ê her wiha diyar kir ku ew bi tu awayî hebûna hêzên PDK’ê liWertê qebûl nakin û banga bihîstiyariyê li tevahiya raya giştî ya Kurd kir.

Piştî daxuyaniya KCK’ê, rêveberiya PDK’ê jî îro (18 Nisan) daxuyanî da û îdîa kir ku hêzên wan li Wertê nînin û tawanbarî li PKK’ê kirin. Lê qet behsa êrîşên dewleta Tirk nekir.

Gelek aliyên siyasî, hunermend û rewşenbîran jî nerazîbûna xwe anîn ziman û banga “divê tu kes nebe hevparê planên dijminên Kurdan” kirin.

Li pey van geşedan, aloziya li Zînî Wertê jî hîn didome. Hêza Pêşmergeyan ku çûbû herêmê hîn li cihê xwe ye. Balafirên sixûriyê yên dewleta Tirk jî ev 2 rojin bênavber li ser herêmê digerin.

Gelê Zînî Wertê ji ber rewşê gelekî nerazî ye û dixwaze alozî bidawî bibe.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist