Malbata Hasan Kaçar tevî malbata xwe 8 rojin ji aliyê asayîşa PDK’ê ve ji Hewlêrê hatine dersînor kirin. Kaçar niha li ber derê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Silêmaniyê ye. Kaçar li bang Neteweyên Yekbûyî kir da ku xwedî li wan derkeve.
Malbata welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Hasan Kaçar li gel du zarorkên xwe ên biçûk di 23 Mijdarê de ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ya ser bi PDK’ê ve hatin dersînorkirin. Malbata Kaçar niha li ber derê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê ne.
Hesen Kaçar daxuyaniyek rojnamevaniyê da û ragihand ku ew ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve bi lêdan û zilmê ji Hewlêrê hatine derxistin. Kaçar got ku ew tevî malbata xwe 8 rojin li nav kolanên Silêmaniyê dijîn. Kaçar dibêje, zarokên me li Hewlêrê dixwendin û niha ji xwendinê bê par mane. Ez bang li Neteweyên Yekbûyî dikim da ku bi erkê xwe rabe. Ji bo em vegerin mala xwe û zarokê me jî bixwînin, divê saziyên erkdar bi erkê xwe rabin.
Hêjayî bibîrxistinê ye Hasan Kaçar 12 sal di girtîgeha dewleta Tirk de razaye û ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk li ser israra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2014’an de li gel 20 girtiyên din hatine berdan û ji sala 2015’an ve jî li Hewlêrê dirûnişt.
(nr)