Malbatên Êzidî daxwaza rizgarkirina xizmên xwe dikin

Malbatên Êzidî yên Şengalê ji Rêxistinên Mafê Mirovan daxwaz dikin ku ji bo rizgarkirina xizmên wan ên di destê DAIŞ’ê de bikevin tevgerê û erka xwe pêk bînin.


Malbatên Êzidî yên Şengalê ku hîn jî gelek xizmên wan di destê DAIŞ’ê de ne û aqûbeta wan nayê zanîn, daxwaza rizgarkirina wan dikin. Malbatên Êzidî ji bo rizgarkirinê bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kirin ku erka xwe pêk bînin.

Welatiyê ji gundê Gizêrik ya Şengalê Heyder Hecî diyar kir ku dema DAIŞ 2014’an êrîş kir kurê wî yê bi navê Salim Heyder ji b o parastina gund heya guleya dawî li ber xwe daye û ji ber cebilxane li ser namîne dîl dikeve destê çeteyan.

Hecî got ku heya demekî agahiya wan hebû jiyan dike, lê niha nizanin maye yan nemaye û daxwaza rizgarkirina Salim kir.

Hevjîna Salim a bi navê Neam Casim jî dazanîn ku ew heya niha jî hêviya xwe jê qut nekirine û dibêje, “Heya niha jî min hêviya xwe ji vegera Salim qut nekiriye û ji bo vê jî her zarokên min dipirse, ez dibêjim wê vegere. Lê heya niha jî ne hikûmeta Iraqê ne jî ya Başûr berpirsyariya di vî alî de dikeve ser milê wan pêk ne anîne.”

Neam di dawiya axaftina xwede ji rêxistinên Mafê Mirovan xwest ji bo rizgarkirina mirovên wan bikevin tevgerê û got, “Ez daxwaz ji gelê me dikim ku rizgarkirina Êzidiyên dîl ketine destê DAIŞ’ê bixin pêş her tiştî."

(bz)