Malbatên şehîdên PKK'ê: Bi yekîtiya netewî ruhê şehîdên me şad bikin

Meclîsa Malbatên Şehîdên PKK'ê yên Başûrê Kurdistanê, komkujiya Hewlêrê şermezar kirin û daxwaz ji gel û aliyên siyasî kirin û gotin; "Bi yekitiya netewî ruhê şehîdên me şad bikin."


Îro 22 sal bi ser komkujiya Hewlêrê re derbaz dibe. Komkujiya Hewlêrê di 16’ê Gulana 1997’an ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hat pêkanîn. Di encamê de nêzî 80 gerîlayên PKK’ê yên birîndar ku di nexweşxaneya Hewlêrê de di razan û xebatkarên nexweşxaneyê hatin qetil kirin. Bi boneya salvegera vê komkujiyê Meclîsa Malbatên Şehîdên PKK'ê yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de komkuji hat şermezarkirin û wiha hate gotin; "Em bejna xwe li beramberî giyanê pak yê tevayî şehîdên komkujiya Hewlêrê ku bi destê xiyanetê li ser daxwaza dewleta Tirk hatin şehîd kirin û hatin wendakirin ditewînin û wana bibîrtînin."

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin," Tevî ku 22 sal bi ser komkujiyê re derbazbûye jî lê hîna komkujiyên li ser gelê Kurd berdewam dikin. Rojane ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk û hevalbendên wê ve dubare dibin. Komkujiyên Şengal, Kortek, Şêladizê, Mexmurê, Kerkûk û hwd mînakên van komkujiyanin."

Di dirêjahiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; "Heya niha dagirker û xiyanetkar di kuştin, girtin, bombebarankirina xaka Kurdistanê de berdewamin. Mafê herî biçûk jî ji gelê mere rewa nabînin. Rojane qurbanî çêdibin û ev yekjî nîşaneya berdewamiya komkujiyane.

Em daxwazê ji gelê xwe dikin ji bo yekrêzî,yekitya têkoşîna azadî û demokrasiyê bibin yek, herwiha bang li tevayî aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin xurtkirina ruhê netewî û yekitiya netewî  ji xwere bikin armanc ji bo ku  ruhê şehîdên me şad be, ji bo dawî li hemû cûre komkujiyan were anîn."

(şk)