Li Hewlêrê bi boneya pêncemîn salvegera wefata Serokkomarê Berê yê Iraqê û Sekreterê Berê yê YNK’ê Celal Talebanî merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê amadebûn. Di merasîmê de îşaret bi xebat û têkoşîna Mam Celal a ji bo Kurdistan û Iraqê hat kirin.
Di saetên êvarê de li Salona Seîd Ebdullah a li Hewlêrê ji bo pêncemîn salvegera wefata Serokkomarê Berê yê Iraqê û Sekreterê Berê yê YNK’ê Celal Talebanî (Mam Celal) merasîmek bîranînê hat lidarxistin.
Di merasîmê de Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêmê Mesrur Barzanî, Serokê YNK’ê Bafel Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî, Seroka Parlementoya Herêmê Rêwas Fayeq û gelek nûnerên partiyên siyasî amadebûn.
Di merasîmê de Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser kesayeta Mam Celal axivî û got: “Mam Celal ne tenê serok û bîrmendek siyasî bû, di heman demê de ew rêberek herî bi rûmet, dahênerê şoreşa nû û pêşmergeyek dêrîn bû. Ew di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistan û Iraqê de kesayetek herî rast ê azadîxwaz bû.”
Piştre her yek ji Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û kurê Mam Celal Qubad Talebanî li ser jiyan, kesayet û rola Mam Celal ya di çareserkrina pirsgirêkên li Iraq û Herêma Kurdistanê de axivîn.
Celal Hisamedîn Talebanî di sala 1932’an de li gundê Kalkanî ya li qontara Çiyayê Kosret hatiye dinê. Yek ji damezrênerên Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) bû, her wiha serkirdeyek siyasî yê diyar ê Kurdistanê bû. Di sala 2006’an de bû serokkomarê Iraqê. Di 3’yê Cotmeha 2017’an de ji ber nexweşiyê di temenê 85 salî de koça dawî kir û li Girê Debaşan ê Silêmaniyê hat veşartin. Îro jî pênc sal di ser wefata Mam Celal re derbas dibe.
(kş)