کوردی
العربية
Arşîv
Çarşem, Adar 3, 2021
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Mamosta Cirdo: Divê civaka Êzidî xwedî li dibistanên xwe derkeve

  ROJNEWS- ŞENGAL
15/01/2021 - 10:09:06 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

LEYLA LORÎN

Mamosta Xanim Cirdo da zanîn ku wana destpêkê li Şengalê di bin çadirekê de dest bi perwerdeyê kir û got; “Metirsiyek mezin li ser çand, bawerî û zimanê Êzidiyan heye. Ji bo civaka Êzidî carek din ber bi tûnebûnê ve neçe, divê civaka Êzidî xwedî lidibistanên xwe derkevin, ji ber ku dixwazin bi hêcetên cûda carek din çand û zimanê civaka Êzidiyan tûne bikin.”

Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidî duh li Şengalê komcivîna xwe pêk anî. Di komcivînê de rewşa siyasî, rewşa perwerdehiya Şengalê û rêziknameya perwerdeyê hate destgirtin. Mamosta Xanim Cirdo li ser naveroka komxebata civînê, siyaseta Iraq û hêzên derve ya ser destkeftiyên Êzidxanê yên perwerdeyê ji Rojnews re axivî.

Mamosta Xanim got ku wana beriya 6 salan li Şengalê dibin konekê de dest bi xwendina zimanê Kurdî kirine û îro bi saya destkeftiyan gelek dibistanên wan hene.

Cirdo balkêşa ser siyaseta qirkirinê ya li ser çand û zimanê Êzidiyan û got; “Civaka Êzidî ne tenê ji aliyê fizikî ve hate qirkirin, di warê çandî, bawerî û ziman de jî tê qirkirin. Metirsiyek mezin li ser çand, bawerî û zimanê Êzidiyan heye. Di bin navê dibistanê Erebî de qirkirinek spî li ser ziman û çanda Êzidiyan tê kirin. Dixwazin bi siyaseta ku niha ji aliyê hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê ve li ser civaka me tê meşandin, zimanê Kurdî û perwerdeya li Şengalê reş bikin. Dixwazin vê yekê bi hêceta zimanê me nefermiye, bidin ferz kirin.”

Mamosta Cirdo got ku pêwîste ciwanên Êzidî xwedî li dibistan û zimanê xwe derkevin. Wek sedem jî da zanîn ku Iraq siyasetek qirêj bi navê fermiyeta zimanê Kurdî nîne, dide rêve birin û dixwazin xwendekaran ji dibistanan dûr bixin. Mamosta Cirdo destnîşankir ku ji ber vê jî divê ciwan hişyar bin û ji çanda ji bo qirkirinê tê bikaranîn, dûr bin.

Cirdo bang li civaka Êzidî kir û got; “Ji bo civaka Êzidî carek din ber bi tûnebûnê ve neçe, divê civaka Êzidî xwedî lidibistanên xwe derkevin. Ji ber ku perwerdeya ziman gelek girînge, divê gelê me li pey dibistanên derve û Erebî nekeve û ji bo zimanê xwe têkoşînek mezin bike. Pêwîste em fermana 73’yan ji bîr nekin û di pergala perwerdeya ziman de bi biryar bin.”

Cirdo di dawiya axaftina xwe de got; “Me destpêkê bi çadirekê dest bi perwerdeya xwe kir, niha jî li Şengalê gelek dibistanên me bi zimanê Kurdî hene. Divê gelê me li gel berxwedaniya xwe ya ji bo deskeftiyên Êzidxanê, xwedî li dibistanên xwe jî derkevin. Berê xwe bidin dibistanên zimanê Kurdî.”

(nr)

Nûçeya berê

Metirsiyek mezin li ser daristanên Herêma Kurdistanê heye

Nûçeya pişt re

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 15’an dewam dike

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûnertiya Rêveberiya Xweser: Serdana Nesir Herîrî ya ji bo Hewlêrê ziyanê digihîne doza Kurd

Nûnertiya Rêveberiya Xweser: Serdana Nesir Herîrî ya ji bo Hewlêrê ziyanê digihîne doza Kurd

Adar 3, 2021
Lahor Şêx Cengî bo Barzanî: Te bi temamî bawerî û îtîbara xwe ji dest da

Lahor Şêx Cengî bo Barzanî: Te bi temamî bawerî û îtîbara xwe ji dest da

Adar 3, 2021

Li Xurmato Teqîn: Çekdarek Heşda Şebî mir 2 çekdar jî birîndar bûn

Aldar Xelîl: Çeteyên DAIŞ’ê li Hewlêrê tên pêşwazî kirin

Li Şengalê êrişa li ser Xanesorê hate şermezarkirin

Şehîdê Kedê Hacî Seydo li Mexmûrê hate bi bîranîn

Nûçeya pişt re
Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 15’an dewam dike

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 15’an dewam dike

Yên Li Pêş

 Awazên Çiya klîba ‘Cenga Gare’ parve kir

 Awazên Çiya klîba ‘Cenga Gare’ parve kir

Adar 3, 2021

Koma Awazên Çiya li ser berxwedana Gare klîbek parve  kir. Koma Awazên Çiya ji bo bîranîna berxwedêrên Garê klîbek bi...

Li Şengalê êrişa li ser Xanesorê hate şermezarkirin

Li Şengalê êrişa li ser Xanesorê hate şermezarkirin

Adar 3, 2021

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê şehîdên ku di 3’yê Adara 2017’an de di êrişa çekdarên PDK’ê de şehîd bûn hatin...

RJAK’ê têkildarî 8’ê Adarê semînerek ji bo zilaman da

RJAK’ê têkildarî 8’ê Adarê semînerek ji bo zilaman da

Adar 2, 2021

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, semînerek ji bo zilaman lidarxist....

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rewşa jinan- 1

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rewşa jinan- 1

Adar 2, 2021

DIJWAR KIRMAŞAN Rewşa jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê girêdayî rewşa giştî ya civak û gelên Îranê ye. Ji ber...

‘8’ê Adarê dê ji bo jinên Êzidî bibe roja hesap xwestinê’

‘8’ê Adarê dê ji bo jinên Êzidî bibe roja hesap xwestinê’

Adar 3, 2021

LEYLA LORÎN/ŞENGAL Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel û Macîda Dexîl bang li hemû jinên Êzidî kirin ku...

Serçeteyê girêdayî Tirkiyeyê li Hewlêrê ye

Serçeteyê girêdayî Tirkiyeyê li Hewlêrê ye

Adar 2, 2021

Serokê ‘Hevpeymaniya Nîştimanî ya Sûriyê’ ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker Nesir El-Herîrî bi şandeyekê re li Hewlêrê ye. Herîrî...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist