کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Şemî, Rêbendan 28, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Mamosta Êriş Omer li ser gora xwe hate bîranîn

  ROJNEWS- RANYA
28/12/2020 - 6:58:38 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Mamosta Êriş Omer yê ku di xwepêşandanên 2017’an de li Koyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû qetilkirin, di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn. Malbata Êriş diyarkir ji berku kurê wan ji ber azadî û mafê gelê xwe şehîd bû, ew ê heta dawiyê doza wî bişopînin. Her wiha hate gotin, sê sal derbasbûn lê hîna kujerên Mamosta Êriş nehatine girtin.

Di saetên êvarê de li navçeya Ranyayê bi tevlibûna malbat, çalakvan û gelek welatiyan Mamosta Êriş Omer yê ku di xwepêşandanên 2017’an de li Koyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû kuştin, li ser gora xwe bi merasîmek hate bîranîn.

Merasîmê bi deqek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre li ser navê komîta amadekar a merasîmê, malbata Mamosta Êriş, malbata Rojnamevan Serdeşt Osman, malbatên şehîdên xwepêşandanên 2011’an peyam hatin dayîn.

Di peyaman de hate gotin, “Daxwazên ku Mamosta Êriş û hevalên xwe ji ber giyanê xwe fedakirin, hîna nehatine bicihanîn. Li şûna desthilat daxwazên gel bicih bîne û kujeran ceza bike, berovajî tevdigere. Di rojên derbasbûyî de jî li Herêma Kurdistanê gelek kes di xwepêşandanan de hatin kuştin.”

Her wiha hate gotin, Mamosta Êriş ji ber azadî û mafê gelê xwe şehîd bû, ew ê heta dawiyê doza wî bişopînin. Hate gotin, sê sal derbasbûn lê hîna kujerên Mamosta Êriş nehatine girtin û ji aliyê hizbên desthilatê ve tên parastin.

Piştî axaftinan xelata sêyemîn salvegera şehîdbûna Mamosta Êriş pêşkêşî Hoşmend Salih hate kirin ku bixwe kesek astengdare û wî jî wek çalakvan sala 2017’an cihê xwe di nava xwepêşandanan de girtibû. Di dema xelat wergirtinê de Hoşmend Salih got; “Wek kesek astengdar ez ê rêbaza Mamosta Êriş berdewam kim, ji berku ji bo nan û azadiyê li dijî bê edaletiyê giyanê xwe fedakir.”

Piştre şitlên daran hatin çandin û merasîm bi dawî hat.

Mamosta Êriş Omer di 28’ê Kanuna 2017’an de li navçeya Koyê di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû qetilkirin.

(kş)

 

Nûçeya berê

Qubad Talebanî: Herêm ji budceya 2021 a Iraqê razî ye

Nûçeya pişt re

Di roja cihanî ya sinemayê de çend kurte filmek hatin nîşandan

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Rêbendan 27, 2023
Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Rêbendan 27, 2023

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Dîsa êrişî qada gazê ya Kormorê hate kirin

Nûçeya pişt re
Di roja cihanî ya sinemayê de çend kurte filmek hatin nîşandan

Di roja cihanî ya sinemayê de çend kurte filmek hatin nîşandan

Yên Li Pêş

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin. Tevgera Azadî ya Civaka...

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Rêbendan 27, 2023

Li bajarê Silêmaniyê semînerek bi navnîşana ‘Kurd li hemberî guhertinên Rojhilata Navîn û dagirkeriya herêmê’ hate dayîn. Di semînerê de...

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

Rêbendan 27, 2023

Civaka Êzidî piştgiriya xwe ya ji bo Operasyona Tolhildanê ya YBŞ’ê nişan dide û li dijî xeta xiyanetê ev peyam...

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li dozgeriyê hate dayîn

Ciwanên Êzidî: Emê têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin

Rêbendan 27, 2023

Ciwanên Êzidî ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi hêrs in diyar kirin ku ji bo moral û...

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Rêbendan 27, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd...

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin û hîn nehatiye berdan. Dijî binçavkirinê...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist