Mamosta û welatiyan dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kirin

Yekşem, 13 Kewçêr 2019 – 14:27  SORAN/ROJNEWS

Mamosta û welatiyan dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kirin

Mamostayên zanîngehê û welatiyên navçeya Soran dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Herwiha diyarkirin ku dagirkeriya ser Rojavayê Kurdistanê sucê hemberî hemû mirovahî û cîhanê ye. Mamostayan bang li hemû Kurdan jî kir daku li hemberî êrîşan xwedî yek helwest bin.


https://youtu.be/Tv1TqmCOFv8″>

Nerazîbûnên hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dikin. Xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê li ser piyane û berxwedana rûmetê ya şervanên Kurd dijî êrîşên Tirkiyeyê jî bi hemu hêza xwe di dome.

Mamostayên zanîngehê û welatiyên navçeya Soran a ser bi Hewlêrê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji Rojnews re axivîn.

Mamostayê zanîngeha Soran Şêx Letîf: Divê ji bo ku Kurd ji komkujiyê werin parastin sê tişt werin kirin. Yekitî, yekdengî û yek helwestîbûna gelê Kurd. Ya herî girîng jî li dijî dijminan yekdengiya gelê Kurde. Divê welatên Kurdistanê parçe kirîn rewşa xwe bixin berçavan û mafê gelê Kurd bidin. Yan jî wê Erdogan îslamê weke serçaweya dagirkeriyê bikarbîne û bi navê îslamê herderê feteh bike.

Mamostayê zanîngehê Aras Hesen: Dagirkeriya Erdogan hem di aliyê ola îslamê de hem jî aliyê yasaya navnetewî de suce. Ji ber ku Erdogan mafê gelê Kurd binpê dike. Ev jî di ti olan de nayê pejirandin û dijî yasaya navnetewî jî ye.

Welatiyê bi navê Serdar Bradostî: Eva ku niha li Rojavayê Kurdistanê pêktê, enfalek din a dijî Kurdane. Ez bang li civaka navnetewî dikim daku sînorek ji bo dagirkeriya Tirkiyeyê were dayîn.

Welatiyê bi navê Mistefa Gelalî: Dagirkeriya Tirkiyeyê xwedî dîrokek kevne. Li ber çavê hemû cîhanê Kurdan qetil dike û dixwaze têk bibe. Em dagirkeriya dewleta Tirk bi tundî şermezar dikîn û emê dengê xwe bigihînin Rojavayê Kurdistanê.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist