Hejmarek mamosta wek nûnerên mamostayên li kampan perwerde didin, li ber desteya wezîran kombûn û daxwaz kirin werin tayînkirin yanjî wek mamostayên bi peyman werin hesibandin.
Îro li Hewlêrê hejmarek ji mamostayên li nava kampan perwerde didin, li ser navê tevayî mamostayên kampan li ber avahiya desteya wezîran kombûn.
Mamostayan di çalakiyê daxuyaniyek dan û diyarkirin ew wek nûnerê tevayî mamostayên li nava kampên Herêma Kurdistanê perwerde didin, çalakî lidardixin.
Mamostayan gotin, ev heft sal in li nava kampan waneyan didin, lê ti nasnavek wan nine.
Di daxuyaniya mamostayan de hat gotin, “Mafên mamostayên bi peyman jî bi me nayên dayîn. Em daxwaz ji wezareta perwerdê dikin çarenûsa me diyar bike. Ji berku wezaret me wek mamostayên alîkar dide nasîn. Em daxwaz dikin werin tayînkirin yanjî wek mamostayên bi peyman werîn hesibandin.”
Li gorî gotina mamostayan, hejmara wan bi giştî li tevayî kampan digihe hezar 800 mamostayan.
(kş)