Mamoste li dijî dewama 6 rojî ne

Mamostayên bajarê Helebceyê nerazîbûn nîşana biryara Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dan ku dewama dibistanan derxistine 6 rojan û diyar dikin ku ji ber kêmbûna meaş jî ew ê nekarin li gorî vê biryarê tevbigerin.


Di despêka sala nû ya xwendinê de Wezareta Perwerdeyê biryar dabû ku 6 rojên hefteyê dibistan hebin û tenê rojek navber hebe. Ev biryar rastî nerazîbûna mamostayan hat û li ser vê mijarê jî mamostayên bajarê Helebceyê ji ajansa me re axivîn.

Mamostayê dibistana Hemdem ya Helebce Îqbal Bekir diyar kir ku Hikûmeta Herêmê di nava 27 salên desthilatiyê de nekariye rewşa mamosteyan baş bike û dibêje, “Hikûmet gelek caran soz dan me, lê me ne dîtiye ku heya niha can sozên xwe bi cih aniye.”

Bekir  li ser biryara dewama 6 rojî jî wiha axivî, “Di biryarê de rewş û jiyana mamostayan ne hatiye berçav girtin. Beşeke mezin a mamosteyên Helebceyê dewama wan dikevin Seydesadiq, Pencwên û gundan. Ji ber vê mamostê nikarin vê biryarê qebûl bikin.”

Mamostayê dibistana amadeyî ya Şarezûr li Helebce Berhem Omer jî destnîşan kir ku eger wezaret vê biryarê neguhere ew ê di nava çend rojan de boykota dibistanan bikin û got, “Heya niha jî beşek meaşên mamosteyan ne hatiye dayîn. Lê di sala borî de yek ji sozên ku hatine dayîn ji bo başkirin û sererastkirina mamosteyan bû.  Ev yek jî wiha dike  ku bê bawerî li hember sozên hikûmetê  çêbibe.”

Omer di dawiya axaftina xwede ji hikûmetê xwest ku meaşê mamosteyan temam bikin û axaftina  xwe wiha bi dawî kir, “Mamosteyên ku rojane diçin derve dewam dikin, di vê rewşê de nikarin biryara wezaretê pêk bînin. Eger wezaret girîngiyê dide perwerdê wê demê bila meaşê mamosteyan tam bide, ji bo ew jî bikarin biçin ser dewama asayî.”

(ep/bz)