Îro li Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Germiyan, Raperîn, Koyê, Qeladizê û Çomanê mamosteyên dersdar bi daxwaza tayînkirinê û girtina heqdesta xwe li qadan bûn. Mamosteyên dersdar yên li Herêma Kurdistanê hefteyeke kar boykot kirine û li ser daxwazên xwe bi israrin.
Li seranserê Herêma Kurdistanê zêdeyî 22 hezar mamosteyên dersdar hene û hemû pêwîstiyên perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê temam dikin. Lê mamosteyên dersdar hem heqdesta wan kême hem jî bi dayîna çend dersan nikarin debara jiyana xwe bikin.
Mamosteyên dersdar yên Koyê ku daketin qadan diyar kirin yan divê hikûmet mamosteyên dersdar tayîn bike yanjî bike peyman.
Her wiha mamosteyên dersdar yên Ranya, Qeladizê, Çemçemal jî îro çalakiyên xwe berdewam kirin û di boykota kar de bi israrin.
(bz)