کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Şemî, Gulan 28, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Meclîsa Gel a Mexmûrê bang li qada navneteweyî kir: Berpirsyartiya xwe pêk bînin

  ROJNEWS- MEXMUR
08/06/2021 - 3:01:57 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bang li tevayî gelên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Koç û Koçberan, hikumeta navendî ya Iraqê, saziyên mafê mirovan kir ku li hemberî êrişî li ser wan pêk tên bibin xwedî helwest û berpirsyartiyên xwe yên ji bo parastinê bi cih bînin.

Meclîsa Gel a Demokratîk ya wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî gef û êrişên li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyanî da. Bi sedeman welatiyên wargehê tevlî daxuyaniya li ber avahiya meclîsê bûn. Piştî qedeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûr Elî Urek daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em weke gelê wargehê ne ji ber hejarî û feqiriyê penaberbûne, ji ber ku me bêmafiya li wir pêk dihat qebûl nekir, panaber bûn. Rayadarên Hikumeta Iraqê, Wezareta Koç û Koçberan, Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya dilsoz, weke penaberên siyasî yên Wargeha Penaberan ya Mexmûrê em dixwazin bi vê peyama vekirî di derbarê rewşa xwe  de we agahdar bikîn, her wiha daxwaz û hêviyên xwe pêşkêşî we bikin. Weke gelê penaber yê Wargeha Mexmûrê hem di jiyana xwe ya li ser gundê bav û kalên xwe hem ji di jiyana xwe ya penaberiyê de ji sedema pêkanînên dewleta Tirk em bi zorî û zehmetiyên gelek mezin re rû bi rû man û me di vê rêyê de gelek bedel ji dest dan. Sedemê penaberî û derbederbûna me dewleta Tirkiyê ye. Em ji ber polîtîkaya wan ya tine hesibandina mafên me yên rewa, îro li Wargeha Mexmûrêne û ev 28 sale em penaberîn. Em ne bi daxwaza xwe bûne penaber, me ji dixwast li ser axa xwe weke hemû gelên cîhanê bi nasname û zimanê xwe jiyana xwe bidomênîn. Em ji dixwazîn jiyanekî di nava aşitî û aramiyê de jiyan bikîn.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşankirin: “Rayedar û hêzên di ber jiyana me de berpirsyar, weke gelê Mexmûrê em dixwazîn bi şêweyek zelal ji bo we diyar bikîn û dixwazîn hûn ji me fêm bikin, ya Tirkiye beriya 28 salan anî serê me û di jiyana penaberiyê de dayî berdewam kirin, îro li Mexmûrê jî dixwaze bi heman şêwazî qirkirin û komkujiyan pêkbîne. Bi hêcet û egerên bê bingeh me dixe armanç, gef li me dixwin û dixwazin aramiya civaka me têk bidin. Raste em ji ber mafên xwe yên rewa penaber bûne, em piştgirî didîn têkoşîna azadiya gelê Kurd ya dibin pêşengiya Rêber Apo de pêşketî, em bi raman û felsefeya Rêber Apo ve girêdayîne, em wargehek ya sivîlanin û piranî şêniyên me ji zarok, jin, pîr û kalan pêktê. Desthilatdariya AKP –MHP ya li Tirkiye, desthilatdariyek faşîste. Ev desthilatdarî hem aramiya herêmê têk dide hem ji li her cihekî ku Kurd lê heyî, dijminahiya gelê Kurd dike. Ji ber ku ev dewleta faşîst rojane li ser gelê Kurd qirkirina pêktîne û îro jî dixwaze pêkbîne, em dijberî vê desthilatdariyê ne.

Banga ji bo raya giştî

Weke gelê Penaber yê wargeha Mexmûrê em bang li tevayî gelên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Koç û Koçberan, hikumeta navendî ya Iraqê, saziyên mafê mirovan dikîn li hemberê van êrişên li ser me bibin xwedî helwest û wargeha me bi parêzin. Em daxwaz ji we dikîn hûn berpirsyariyên xwe li beramberê me bi cih bênin.”

 

1 y 6
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

(jp-ss)

 

 

Nûçeya berê

Li Haciomeran, Soran û Wertê liv û tevgera leşkerî ya PDK’ê

Nûçeya pişt re

Nasnameyên şehîdên Avaşîn hatin eşkerekirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

HPG: Li Heftanînê 3 dagirker hatin kuştin

HPG: 18 dagirker hatin cezakirin

Gulan 27, 2022
Mele Osman: Tirkiye bi xwe misilmane dizane û zarokan dikuje!

Mele Osman: Tirkiye bi xwe misilmane dizane û zarokan dikuje!

Gulan 27, 2022

Li Şengalê civîn û şahiya ji bo piştgiriya berxwedana gerîla

HPG’ê li ser komkujiya Bamernê daxuyaniyeke nivîskî weşand

Komîteya Rêveber a PKK’ê Kasim Engîn bibîranî

Îdîa: PDK û MİT komek mele erkdarkirine di xutbeyan de dijî PKK’ê propagandayê bikin

Nûçeya pişt re
Nasnameyên şehîdên Avaşîn hatin eşkerekirin

Nasnameyên şehîdên Avaşîn hatin eşkerekirin

Yên Li Pêş

Îdîa: PDK û MİT komek mele erkdarkirine di xutbeyan de dijî PKK’ê propagandayê bikin

Îdîa: PDK û MİT komek mele erkdarkirine di xutbeyan de dijî PKK’ê propagandayê bikin

Gulan 27, 2022

Li gorî çend çavkaniyên cûda yên herêmî PDK’ê komek meleyên girêdayî xwe şandiye kampa Şûkê ya Geverê, ji bo perwerdeyê...

Çapemenî û îstixbarata PDK’ê ji bo parastina dewleta Tirk dest bi derewan kirin

Çapemenî û îstixbarata PDK’ê ji bo parastina dewleta Tirk dest bi derewan kirin

Gulan 26, 2022

Piştî ku di saetên êvarê de balefirên dewleta Tirk li Bamernê welatiyên sivîl bombebaran kir û du zarokan jiyana xwe...

Parlementerên Iraqê wê li dijî dagirkeriya Tirk bikevin tevgerê

Parlementerên Iraqê wê li dijî dagirkeriya Tirk bikevin tevgerê

Gulan 27, 2022

Parlementerekî Hevpeymaniya Fetih Mehdî Teqî diyar kir, hebûna artêşa Tirk a li nava axa Iraqê tehdîtê ji bo ewlekariya netewî...

Balafirên Tirk Geliyê Sîva ya Amediyê bomberan dikin

Balafirên Tirk Geliyê Sîva ya Amediyê bomberan dikin

Gulan 27, 2022

Piştî artêşa Tirk a dagirker duh li Bamernê komkujî pêkanî, vê sibê dest bi bombebaranakirina Geliyê Sîva ya ser bi...

Li Şengalê civîn û şahiya ji bo piştgiriya berxwedana gerîla

Li Şengalê civîn û şahiya ji bo piştgiriya berxwedana gerîla

Gulan 27, 2022

Bi pêşengtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwanên Êzidî û bi amedebûna endamên TAJÊ li ser dagirkeriya Tirk a li dijî...

HPG’ê li ser komkujiya Bamernê daxuyaniyeke nivîskî weşand

HPG’ê li ser komkujiya Bamernê daxuyaniyeke nivîskî weşand

Gulan 27, 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Bamernê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 zarok...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist