Meclîsa Şengalê Cejna Çarşema Sor li mirovahiyê pîroz kirin

image_print

Duşem, 17 Avrêl 2017 – 13:02 

Meclîsa Şengalê Cejna Çarşema Sor li mirovahiyê pîroz kirin

Meclîsa Avaker a Şengalê bi boneya Cejna Çarşema Sor daxuniyek nivîskî weşand û cejna tevahî gelê Êzidî û mirovahiyê pîroz kir û hêviya sala were Şengalek Xweser anî ziman.


ŞENGAL/ ROJNEWS

Meclîsa Avaker a Şengalê bi boneya Cejna Çarşema Sor ya gelê Êzidî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Meclisa Avaker a Şengalê wiha ye: “Di serî de em cejna tevahî însanyetê pîroz dikin. Bi taybetî gelê Êzidî vê Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Ew gelê ku karîbû merasîmên vê cejnê bi hezaran sal rexmê hemû ferman, êrîşên hatin û gelê me ji çanda wan dûr bixin, ji rastiya jiyana heyî tûne bikin, lê carek din gelê me karî vê cejnê bi rê û resmên xwe pîroz bikin. Gelê Êzidî yek ji gelên herî kevnar yê Mezopotamya ye. Ev 7623 salîn ev cejn gelê Êzidî merasîmê wê dewam pîroz dike. Dema em temaşeyî dîroka Êzidxanê dikin her çîqasî êrîşên dijmin û kesên nemerdane hatibin ser gelê Êzidî jî, gelê me tu car dev ji çand, ol û hebûna xwe bernedaye. Nimûneya herî nêz jî ferman 73’an ne, rexmê ku bi hezaran kes hatin qetil kirin û revandin jî, lê ne çeteyan û ne jî hevkarên wan nekarîn gelê me ji ol û baweriya wê ya hezaran sal dûr bixin.”

Meclisa Avaker a Şengalê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha jî ragihand; “Cejna sala bê hêviya me ewe Êzdixanek azad, Şengalek Xweser, tevahî gelê me vegerin ser axa bav û kalan, bi hevre cejna xwe ya Çarşema Sor pîroz bikin. Dayik û jinên ciwan ên niha destê DAIŞ’ê ne de ne, hêvî hêvî dikin ew jî werin rizgar kirin. Carek din em vê cejnê li tevahî gelê Êzidî û mirovahiyê pîroz dikin.”

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist