Mele Bextiyar ji bo Demîrtaş: Serê me bi te bilinde

Tifaqa Pêşverû ya Navneteweyî Xelata ‘Wêrekiya Siyasî’ ya 2019’an da hevserokê berê yê HDP’ê yê dîlgirtî Selahedîn Demîrtaş. Mele Bextiyar bi nameyekê pîrozbahî li Demîrtaş kir û got; “Em bi te ser bilindin, li benda wê rojê me ku xebera azadiya te bigrim.”


Tifaqa Pêşverû ya Navneteweyî ku navenda wê li Elmanya ye, xelata ‘Wêrekiya Siyasî’ ya 2019’an da hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahedîn Demîrtaş ku ji 6’ê Mijdara 2016’an û vir de di zîndana dewleta Tirk de dîl girtî ye.

Berpirsê Desteya Rêveber a Mekteb Siyasî ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar, bi boneya wergirtina xelatê, nameyek ji Demîrtaş re şand.

Bextiyar di nameya xwe de gotiye; “Hevalê min Demîrtaş, ji Başûr silavên germ yên hevaltiyê li te dikim. Serê me bi te bilinde û te pîroz dikim. Bê guman tu hêjayî xelatên hîn mezintirî û hîn zêdetir serê me bilind dikî. Çavê te yê bi hêvî maç dikim. Em dizanin ku te zindan kiriye cihê xebat û berxwedanê. Em li benda wê rojêne ku xebera azadiya te bigrîn.”