Dihat payîn îro li Silêmaniyê bi boneya çaremîn salvegera dagirkirina Efrînê û Berxwedana Serdemê merasîmek bihata li darxistin. Lê komîteya amadekar a merasîmê ragihand ji ber rewşa hewayê û barîna befrê merasîm ji bo demek nediyar hat paşxistin.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, plankiribû îro bi boneya çaremîn salvegera destpêkirina êrişa dagirkirina Efrînê û Berxwedana Serdemê li Silêmaniyê merasîmek lidarxista.
Lê ji ber barîna befrek zêde û rewşa hewayê, komîteya amadekar a merasîmê, ragihand wan merasîm ji bo demek nediyar paşxistine.
(kş)