Mesrûr Barzanî: Hikûmet 27 milyar dolar deyndar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 27 milyar dolar deyndar e.


Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî plana hikûmetê ya ji bo rûbirûbûna krîza darayî, têkiliyên bi Bexda re û mijara daxwaza nenavendiyê ya ji bo parêzgehan axivî.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê ji ber sedemên aborî yên belavbûna vîrusa Koronayê, daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê, bi rewşeke zehmet a aboriyê re rûbirû hatin û got, “Ev rewşa nexwestî li derveyî daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Niha hikûmet 27 milyar dolar deyndar e." 

Barzanî derbarê pêwendiyên bi Bexdayê re jî wiha axivî, “Destpêka destbikarbûna kabîneya nehem, me hemû hewlên xwe dan bo çareserkirina pirsgirêkan ligel Bexdayê û di heman demê de jî me kar li ser wê kir, aboriya Herêma Kurdistanê ji gef û metirsiyên piştgirêdana bi take jêdera dahatê rizgar bikin. Beşeke mezin a vê rewşa aboriyê jî, ji encama siyaseta şaş a tenê girêdana bi dahata necîgir a petrolê ye."

Barzanî bal kişand ku bi Bexdayê re pêngavên cidî pêş xistine û got, “Her ji destbikarbûna me di meha Tîrmeha sala bûrî ve, yekemîn serdana me Ii Bexdayê re bû, me hemû amadehî ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê derbirî û me çendîn pêşniyaz bo çareserkirina pirsgirêkên taybet bi petrolê pêşkêş kirin, lê mixabin ji meha Cotmeha sala bûrî ve, rewşa Bexdayê ne lihev bû û di encamê de hikûmeta Iraqê di bin zexta nerazîbûna xelkê de, destê xwe ji kar vekişand û êdî xwe li hember çareserkirina wan pirsgirêkan û maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi berpirsiyar nedît, ku ji sala 2005’an ve bi cih nakin. Niha jî ku hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya birêz Mustefa Kazimî dest bi kar kiriye, dubare me amadehiya xwe ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan derbirî, bi awayekî ku maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê wek qewareyeke federalî ya di destûrê de lêmikurhatî, bêne dabînkirin. Di dawî hewla me de jî, sê caran şanda Hikûmeta Herêmê serdana Bexdayê kir û di van danûstandinan de jî berdewam dibin, heta bigihin encameke dadperwerane û destûriyane.”

Barzanî anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêkan çareser bikin û axaftina xwe wiha domand: "Lê welatiyên me yên xoşewîst dizanin, rastkirina van hemû çewtiyan û damezirandina bingeha aboriyeke aramtir, demeke zêdetir û hevkariya hemû aliyan pêwîst dike."

Mesrûr Barzanî têkildarî plana ji bo rewşa aboriyê jî bal kişand ser vê xisûsê: “Me plana rûbirûbûna qeyrana darayî pesend kir. Her wiha çendîn biryarên girîng jî derbarê bicihirina yasaya çaksaziyê derxist.”

Mesrûr Barzanî derbarê sîstema nenavendî de jî got ku ew li gel rêveberiya nenavendî ne ya di çarçoveya parastina statuya Herêma Kurdistanê de be.

(yş)