Mexmuriyan xwest yekrêziya di berxwedana wargehê de bê zindîkirin

Şêniyên Wargeha Mexmûrê ku hinek ji wan tevlî berxwedana wargehê bibûn û Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesut Barzanî pêşwazî kiribû, bi boneya 5’emîn salvegera ku wargeh ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, banga yekîtiya netewî li tevahî partiyên Kurd kir û xwestin helwesta di dema berxwedana Mexmûrê de dîsa bê nîşandan.


Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), di 7’ê Tebaxa 2014’an de bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû mabû. Li hemberî êrîşan Hêzên Parastina Wargehê û gerîlayên HPG’ê ku piştî êrîşa li ser Şengalê ji bo parastinê hatibûn herêmê, berxwedanek mezin nîşan dan. Di encama berxwedana 3 rojan de, wargeh di 10’ê Tebaxê de ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin û xofa wan hat şikandin. Her wiha navçeya Mexmûrê ya girêdayî Musilê jî hat rizgarkirin. Di encama berxwedana ku piştî demekê pêşmerge jî tevlî bûn de, metirsiya li ser Hewlêrê jî rabû.

Şêniyên wargehê, bi boneya 5’emîn salvegera rizgarkirinê, ji Rojnews re axivîn.

Şaristan Durmaz:Di sala 2014’an re li ber çavê hemû cîhanê li Şengalê komkujiyeke pir mezin li ser gelê Êzidî pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê li tevahiya Iraqê belav bibûn û bibûn belayek ji bo tevahî Rojhilata Navîn. Wargeha Mexmurê jî para xwe ji van êrîşan girt. Hêzên HPG/YJA Star û Hêzên Xweparastina Mexmûrê ji bo ku bajarê Hewlêr û tevahî xaka Başûrê Kurdistanê nekeve destê çeteyên DAIŞ’ê, berxwedaneke mezin kirin. Hêzên HPG/YJA Star ji Şengalê heya Mexmûr, Kerkûk û Xaneqînê korîdorek parastinê  ava kir. Ger ev berxwedanî nebûya, ne tenê Hewlêr, wê Şengal û Kerkûk jî ketibana. Îro salvegra rizgariya Mexmûrêye, lê niha ambargoyek girankirî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser wargehê hatiye sepandin. Li şuna ku Kurd destê hev bigirin, destê dijminan digirin û ev yek zererên mezin dide yekîtiya netewî. Hêvî dikim ku Cejna Qûrbanê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd. Bi vê minasebetê cejna Serok Apo û tevahî Kurdan pîroz dikim.

Qeysê Çetîn:Di sal 2014’an ji Şengal heya Xaneqînê bi hezaran kes ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin. Armanca wan dagirkirina tevahiya Iraq û Rojhilata Navîn bû, lê xewn û xeyalên wan li Wargeha Mexmûrê hatin têkbirin. Hêzên HPG/YJA Star û Hêzên Xweparastina Mexmûrê berxwedanek mezin nîşan dan. Gêrîlayên HPG/YJA Star tevahiya Başûrê Kurdistanê û xaka Iraqê parast û rê li ber komkujiyan girtin. Lê niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ambargo daniye ser wargehê. 3 kes li Hewlêr hatin kuştin, hikûmeta Herêma Kurdistanê gelê Mexmûrê sucdar kir. Balefirên şer ên dewleta Tirk jî gelek caran Mexmûr bombabaran kir û di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Çima Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wargehê tiştek nekir. Em vê siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin.

Tahir Toprak:Heya niha gelê Mexmûrê gelek zorî û zehemtî dîtiye. Ji roja penaberbûne heya niha jî gelek hatin kuştin, zilim û zordarî li wan hat kirin.Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bi saya hêzên HPG/YJA Star û Hêzên Xweparastina Mexmûrê, rêya qirkirinan hat girtin, cara yekem çeteyên DAIŞ’ê şikestin. Ger ku berxwedana gelê Mexmûrê nebûya, wê çeteyên DAIŞ’ê tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bikiribana. Lê mixabin niha Hikûmeta Herêma Kurdistan li gorî daxwazên dewleta Tirk tev digere û rê nade ku gelê Mexmûrê derbazî bajarê Hewlêrê bibe. Em vê helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin.

Hisên Seyhanê di berxwedana rizgarkirina Mexmûrê de cîh girtibû û Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî pêşwazî kiribû, bi wî re rûniştibû:

Beriya 5 salan weke îro gerîlayên HPG/YJA Star, Hêzên Xweparastina Mexmûrê û Hêzên Pêşmerge bi hevre wargeha Mexmûr û navçeyên derdora wê ji çeteyan rizgar kirin. Di sala 2014’an de hevgirtin û yekîtiyek hêzên Kurdistanê pêkhat. Ev yek cihê keyfxweşiyê bû. Ji ber ku gerîlayên HPG/YJA Star, Hêzên Xweparastina Mexmûrê û Pêşmergeyan bi hevre ji bo parastina xaka pîroz a Kurdistanê xwîna xwe rijandin. Ev yekîtiya hêzên Kurdî ji bo me cihê serbilindiyê bû. Ji bo parastina Başûrê Kurdistanê gelê Mexmûrê xwe kir mertal û xaka xwe parast. Lê mixabin îro ambargoyek girankirî ku ev 24 rojin didome, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser wargehê hatiye sepandin. Gelê Mexmûrê nikare biçe Hewlêrê, her wiha du dayîkên ducanî pitikên xwe windakirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe hate Mexmûrê û sipasiya hêzên HPG/YJA Star, Hêzên Xweparastina Mexmûrê û Pêşmergeyan kir. Lê niha dorpêçek giran danîne ser wargehê. Em dixwazin ku dîsa yekîtiya hêzên Kurdî li ser berjewendiyên neteweyî çêbibe.