Mezlûm Ebdî: Piştî peymana agirbestê bi dehan sivîl şehîd bûn

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê diyar kir ku Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê bi peyama agirbestê ya di navbra Tirkiyeyê û DYA‘yê de pabend nebû û piştî peymanê bi dehan sivîl şehîd bûne.


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku komên çete ên girêdayî Tirkiyê dagirkirina xwe li ser xaka  Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh kirine û bûn sedema şehîdbûna leşkeran, bi dehan sivîlan û koçberkirina bi deh hezaran.

Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê got: "Tirk û wekîlên wê yên cîhadist êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û her saetekê dest datnîn ser xakekê. Piştî peymana agirbestê ya bi rayedarên amerîkî re 182 hevalên me û bi dehan sivîl şehîd bûn, 30 hezar sivîl koçber bûn û 1100 km2 hate dagirkirin."