Meclîsa Xweseriya demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser rewşa herêmê û geşedanên dawî bi awayekî awarte civiya. Pîştî civînê daxuyaniyek hate belavkirin û bang li xelkê Şengalê hate kirin da ku sibe li ber navenedên Asayîşê kom bibin.
Meclîsa Xweseriya demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser rewşa herêmê û geşedanên dawî bi awayekî awarte civiya . Civîn li avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê bi beşdariya nûnerên hemû saziyên rêveberiya xweser, nûnerên YBŞ û Asayîşa Êzidxan destpê kir.
Piştî civînê MXDŞ’ê bang li civaka Êzidî kir da ku sibe li dijî pîlanên Iraqê li ber Navendên Asayîşê yên li Şengal, Sinun û Xanesorê kom bibin.
Di daxuyaniya ji aliyê cîgirê hevserokê MXDŞ’ê Heso Îbrahîm ve hatî xwendin de, ev bang hate kirin:
”Em tu biriyarên li dijî îradeya xwe qebûl nakin. Kî li ku biryaran bide bila bide, îro yê li ser erê emin û xwediyê şehîdanin. Iraq deyndarê me ye, em naçin û ti daxwazê ji wan nakin. Divê ew werin bi mere rûnin û bêjin hun çi dixwazin. 6 sal çû û me kedek mezin daye, îro dixwazin me bê îrade bikin.
Em weke gelê Şengalê bi israrin di daxwazên xwe de û emê heya dawî li ber xwe bidin. Iraq îradeya me nasnake, mafê wan nîne dest bavêje hêzên me yên parastin û taybet jî asayîşa Êzidxanê. Emê gavek jî bi paş de neavêjin û heya dawî emê li ber xwe bidin. Em naxwazin şer bikin, me hertim hewl daye em bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin û îradeya me were naskirin. Eger em bigihin asta şer, em hemû Asayîşin.
Em bang li hemû Civaka Êzidî dikin sibe di saet 09:00’an de li ber Navendên Asayîşê yên li Şengal, Xanesor û Sinûnê kom bibin û destekê bidin zarokên xwe.”
(nr)