‘Nabe beşek Kurdistanê bêdeng be û beşek jî dinava xwînê de be’

image_print

Duşem, 18 Jan 2016 – 13:01 

‘Nabe beşek Kurdistanê bêdeng be û beşek jî dinava xwînê de be’


HANA AZAD/ HEWLÊR

Li bajarê Hewlêrê dinavbera aliyên siyasî û nûnerên HDP’ê de der barê berxwedana Bakûrê Kurdistanê de civînek çapemeniyê pêk hat. Abid Îke ku di civînê de axivî, got; “Nabe beşek Kurdistanê bêdeng be û beşek jî dinava xwînê de be.”

Îro saet 10.00’ê li Otêla White Platinum a bajarê Hewlêrê nûnerên HDP’ê yên Başûrê Kurdistanê li gel alî û partiyên siyasî yên Başûr civînek çapemeniyê pêk anî. Hat diyarkirin ku PDK tevlî civînê nebû. Di civînê de nûnerên HDP’ê Abid Îke ku axivî, got; “Bi armanca piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê me îro li Hewlêrê li gel aliyên siyasî civînek pêk anî.”

Abid Îke di dewama axaftina xwe de wiha peyîvî; “Li her çar parçeyên Kurdistanê hemû partî û aliyên siyasî yên Kurd hemû êrîşên ser gelê Kurd şermezar dikin û daxwaza yêkîtiya neteweyî dikin.”

Abid Îke bal kişande ser hilbijartinên dema buhrî yên Tirkiyeyê û wiha got; “Di hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’ê de AKP’ê bi hemû hêza xwe hewlda ku Kurdan binbixe. Niha jî di serî de li Silopî, Cizîr û bajarên din ên Bakûrê Kurdistanê 40 roj in li ser gelê sivîl êrîşan pêk tîne û komkujiyan dike.”

Îke di dewama axaftina xwe de got ku HDP ji bo çareseriya bi rêya aştî û demokratîk hewldan dike û wiha dewam kir; “Pêwîst e êdî Kurd bi xwe xwe rêve bibe. Her wiha destûr nede ku Tirkiye çand û zimanê wê qedexe bike û weke neteweyek bêhêz nêz bibe.”

Di dawiyê de Îke wiha dawî li axaftina xwe anî; “Pêwîst e êdî bêdengiya li hemberî van êrîşên dewleta Tirk ên li Bakûrê Kurdistanê bi dawî bibin. Çênabe parçeyek Kurdistanê bêdeng be û parçeyek jî dinava xwînê de be. Pêwîstî bi piştgiriya neteweyî heye.”

(sk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re
Tîrmeh 2020
PSÇPCCP
 12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
2728293031 

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist