‘Nabe referandûmê bike qertek zextê ku di danûstandinan de winda bike’

image_print

Duşem, 12 Pûşper 2017 – 11:35 

 ‘Nabe referandûmê bike qertek zextê ku di danûstandinan de winda bike’

Endamê Komîteya Navendî ya  Partiya Komunîsta Kurdistanê Hîwa Omer ragihand ku Divê biryara referandûmê li parlamentoyê were dayin,  ji bo serxwebûnê be û got: “Nabe referandûm wek qertek zextê were bikaranîn û piştre wê li ser mêzê danûstandinan têkbiçe.”


QEREÇOX ENWER/ ROJNEWS

Bertekên li hember diyar kirina dema lidarxistina referandûmê ya ji bo wergirtina fikrê gel ku gelo serxwebûna Herêma Kurdistanê dixwazî yan na dewam dike.

Têkildarî wê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîsta Kurdistanê Hîwa Omer wiha ji ajansa me re axivî: “Divê referandûm ji bo ragihandina dewleta nîştimanî ya serbixwe be. Pêwîstiya vê jî bi rêyek yasayî, cemawerî ji bo şopandina mafê çarenûsê ye. Lê ji bo lidarxistina wê pêwîstî bi mekanîzmaya taybet heye. aktîf kirina parlamentoyê ye yek jî mercên serkeftina referandûmê ye ku divê biryara lidarxistina referandûmê ji parlamentoyê were girtin.”

Her wiha Hîwa Omer da diyar kirin ku divê ji berî lidarxistina referadûmê, hikûmet dest ji paşxistina mûçeyê karmendan bikşîne û ji siyaseta nîv lîberalîzmê ya kapîtalîzmê dur bikeve.

Li ser gotina ku referandûm wek qertek zextê li ser Bexda bikartîne jî Hîwa Omer ev gotin kir: “Nabe ku referandûm weke qertek zextê were bikaranîn û wê li ser mêza danûstandinan winda bike. Mafê ti kesê nîne ku bi çarenûsa welatiyan şerê siyasî bike. Referandûm û vegerîna gel projeya hêzek diyar kiriye, ev têgihiştinek şaşe.”

Di dawî de Hîwa Omer balkişand ser diyar kirina biryara referandûmê ji berî hilbijartinê û got: “Li gorî me piştî aktîf kirina parlamentoyê, her du bi hevre werin kirin baştire. Ji ber ku di hêla aborî de maliyetek kêmtir dixwaze. Ji aliyek din ve wê tevlîbûna gel zêdetir jî be.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Nûçeyê binirxînin.

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist