Nakokiyên mezhebî dibe sedem ku penaberên Ereb venegerin ser warê xwe

image_print

În, 16 Pûşper 2017 – 11:50 

Nakokiyên mezhebî dibe sedem ku penaberên Ereb venegerin ser warê xwe

Penaberên Ereb yên li kampa Tazedê ya Kelarê ji ber nakokiyên mezhebî naxwazin vegerin ser cihê xwe û diyar kirin ku ji ber nakokiyên di navbera Şîe û Suneyan de ewlekariya wan dikeve metirsiyê û ew tevî hemû zehmetiyên penaberiyê jî ne amadene ku vegerin ser cihê xwe.


BERHEM LETÎF- HAWRÊ KIRÊKAR / GERMIYAN

Li kampa penaberan ya Tazedê ya li Kelara ser bi navenda Germiyanê gelek malbatên penaber yên Ereb jiyan dikin. Tevî ku herêmên wan ji çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin jî ji ber nakokiyên mezhebî yên di navbera şîe û suneyan de ditirsin vegerin herêmên xwe.

Refet Sebah ku welatiyê bajarê Yesrûbî ya ser bi parêzgeha Selahedînêye, têkildarî bandora nakokiyên mezhebî li ser vegera penaberan ya ser malên xwe ji ajansa me re axivî û got: “Ev du sale bajarokê me ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Hinek welatiyên bajarokê me vegeriyan ser cihên xwe. Beşek din jî heya niha venegeriyane ser warên xwe û di nav kampan de jiyan dikin. Em ji ber nakokiyên di navbera sûne û şîeyan de venagerin ser cihê xwe. Niha di nava Selehedînê de hinek eşîrên Şîe qebûl nakin ku em vegerin û ji me re dibêjin, hun DAIŞ’in û we alîkariya DAIŞ’ê kiriye. Hêzên ewlekariyê û beşek ji Hikûmetê jî dibêjin vegerin. Li gel me ti ferqa Şîe û Suneyan nîne. Daxwaza me ji hikûmetê ewe ku vê pirsgirêka me çareser bikin.”

Welatiyekî din yê parêzgeha Selahadînê Wezah Mureza jî têkildarî heman mijarê axivî û got: “Ez ji Selahedînim û penaberê vir bûme. Ez naxwazim vegerim ser warê xwe. Ji ber ku niha li Selahedînê desthilat ne di destê hikûmetê deye. Desthilat di destê eşîrên Şîeyan deye. Şîe jî qebûl nakin ku em Sune vegerin ser warên xwe û me bi DAIŞ bûnê tewanbar dike.

Wezah Mureza diyar kir hikûmet dixwaze ew vegerin lê, ti ewlekariyeke wan nîne û got: “Ji mere dibêjin hun DAIŞ’in. Lê, ti kesek ji me DAIŞ nîne. DAIŞ ji Emerîkayê hatiye Iraqê.”

Salim Hesen Xelef yê ji heman herêmê jî axivî û got: “Ez venagerim Selahedînê. Ji ber dizanim li wir jiyana min wê bi ewle nebe. Tevî ku gelek pirsgirêk li kampa me de tê jiyankirin jî lê, dîsa jî ne amademe ku vegerim ser cihê xwe. Ji ber em venagerin ser cihê xwe, hikûmeta navendî jî mûçeyên me birrîye.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist