Nasnameya şehîdekî YPG’ê hat eşkerekirin

image_print

În, 4 Jan 2019 – 14:31  NAVENDA NÛÇEYAN

Nasnameya şehîdekî YPG’ê hat eşkerekirin

Nasnameya şervanekî YPG’ê ku di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li Dêrazor de şehîd bibû, hat eşkerekirin.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku şervanê wan Mehmûd Helinc di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li herêma Dêrazorê şehîd bûye.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya qonaxa dawî ya Şerê Tinekirina Terorê de pêşveçûnên hêzên me didomin û di encama operasyonên ku tên li dar xistin de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê tê xistin. Di vê çarçoveyê de;

Di 2’ê Çileyê de hêzên me li derdora bajaroka Hecîn û gundewarên Dêrezorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon li dar xistiye. Di encama van operasyonan de gelek windahiyên çeteyan çêbûn lê di derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bidest neketin. Di van operasyonan de rêhevalekî me li dijî çeteyan bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Mehmûd Helinc

Nav û paşnav: Mehmûd Resul

Navê dayikê: Necma

Navê bav: Weys

Cihê ji dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 2’ê Çileya 2019

Em ji malbata şehîdê me û gelê me re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê rêhevalê xwe yê şehîd de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin.”

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re
Tîrmeh 2020
P S Ç P C C P
 12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
2728293031  

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist