Fermana kuştina 7 gerîlayan ku li Xelîfanê ketibûn kemîna hêzên PDK’ê, ji aliyê fermandarê PDK’î Ezîz Weysî û Dilovan Rûbarî ve hatin dayîn û pêşmergeyên Roj jî pêkanîn. ANHA’yê navê hin pêşmergeyên di êrişê de cihê xwe girtibûn jî eşkere kir.
Di 3 Cotmeha 2021’an Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28’ê Tebaxê de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîla şehîd bûne.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatibûn parvekirin: “Di encama vê êrişê de zelal bûye ku 5 hevrêyên me şehîd bûne, dibe ku hevrêyekî me jî bi birîndarî dîl hatibe girtin. Hevrêyê me Hakî ku di nava komê de bû, şahidiya vê bûyerê kiriye û piştî demekê karîbû cihê bûyerê biterikîne.”
Ezîz Weysî ferman da!
Li gorî nûçeya ANHA’yê fermana êrişê ji aliyê fermandarê hêzên taybet ên Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsek pêşmergeyan ê bi navê Dilovan Rubarî ve hatiye dayîn.
Di heman nûçeyê de tê gotin, Ezîz Weysî ê PDK’î, biryara kuştina gerîlayan daye û pêşmergeyên Roj ên ser bi PDK’ê jî ev biryar pêkanîne.
Li gorî çavkaniyê navên hin pêşmergeyên Roj ên ku bi hêzên PDK’ê re di wê êrişê de cih girtibû, wiha ne;
Şêran Remedan Sîma, Mevan Îsa Îbrahîm, Îsmaîl Mihemed Salih û Raîd Îsa.
Çavkanî: ANHA