Îro temenê Parlementoya Herêma Kurdistanê dibe 30 sal. Tevî ku mehane bi milyaran dînar ji bo wê tê xerckirin, lê ji bo ti pirsgirêkek ya gel nebûye bersiv. Di demekî de li Herêma Kurdistanê dagirkerî, dizî, bêdadî û bi dehan qeyranên destkird hene, lê parlemento di xewde ye.
Kurte dîroka Parlementoya Herêma Kurdistanê
Di Bihara sala 1991’an de Başûrê Kurdistanê li dijî rejima Baas serî hilda. Piştre Eniya Kurdistanî karûbarên rêveberiyê girte dest. Piştre di 8’ê Nîsana 1992’an de ji aliyê Eniya Kurdistanî ve komisyonek hat avakirin. Vê komisyonê yasaya Encûmena Nîştimanî Kurdistanê (Parlemento) nivîsî. Di roja 19’ê Gulana 1992’an de bi tevlîbûna 967 hezar 229 dengdaran hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Her wiha di 4’ê Hezîrana 1992’an de parlementoya Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe lidarxist.
Parlementoyê di sala 1992’an de dest bi kar kir heta sala 1996’an bi awayek yekgirtî karê xwe berdewam kir. Lê piştre di 31’ê Tebaxa 1996’an de bi hevkariya hêzên PDK’ê tankên rejima Baas heta ber derê parlementoyê çûn û bajarê Hewlêrê dagir kir. Êdî parlementerên YNK’ê xwe ji parlementoyê kişandin. Ta sala 2002’an parlementerên YNK’ê tevlî civînên parlementoyê nebûn.
Piştre 4’ê Cotmeha 2002’an bi tevlîbûna parlementerên YNK’ê parlemento carek din civiya. Ji roja 30’yê Çile 2005 ta 30’yê Îlona 2018’an çar caran hilbijartinên parlementoyê çêbûne. Niha jî parlemento di dema xwe ya pêncem de ye. Rêwaz Fayeq seroka parlementoyê ye, Hêmin Hewramî cîgirê seroka parlementoyê ye û Muna Nebî jî sekretera parlementoya Herêma Kurdistanê ye.
Xerciyên parlementoyê
Li gorî yasa jimare 1 ya budceya giştî ya Herêma Kurdistanê ji bo sala 2013’an 55 milyar dînar ji bo xerciya parlementoyê hatibû veqetandin. Muçeyê serokê parlementoyê 10 milyon dînare, her parlementerek jî mehane 8 milyon dînar wek muçe werdigrin. Her şêwirmendek yê parlementeran jî 6 milyon dînar werdigrin. Muçeyê her parlementerek teqawîtbûyî jî 6 milyon dînare.
Niha 111 parlementer hene ku bi ser 16 komên cûda de dabeş bûne. Zêdetirî 50 şêwirmend hene. Her wiha li gorî biryara nû ya desteya wezîran, wê hemû muçeyên parlementoyê nîvî jê werin kêmkirin. Lê ev tenê biryare û heta niha nehatiye bicihanîn.
Di demekî de ku welatiyên Herêma Kurdistanê bi dest gelek qeyranên destkird yên wek giraniya bazarê, birsîtî, derengketin û lêbirîna muçe, her wiha dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê heye, lê parlementoya Herêma Kurdistanê wekî ku tiştek neyî û hertişt gul û gulistane, bêdenge.
Civîna herî dawî ya Parlementoya Herêma Kurdistanê di 2’yê Adara 2022’an de hatiye lidarxistin. Di wê civînê de qet behsa van pirsgirêk û qeyranên gel di nav de ne, nehat kirin. Yanî ev du meh û nîve parlemento ti civînek lidarnexistiye. Ev jî di demek de ye ku li gorî rêziknameya parlementoya Herêmê, divê her hefte rojek ji bo civîna parlementoyê were diyarkirin. Di nava van du meh û nîvan de diviyabû zêdetirî 10 caran parlemento biciviyaba. Lê ji ber bandora hizban ya li ser parlementoyê ti civînek parlementoyê pêknehatiye.
(kş)