Nêçîrvan Barzanî erka avakirina hikûmetê da Mesrûr Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî erka avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê  ku pêwîste di nava 30 rojan de were avakirin da pismamê xwe Mesrûr Barzanî.


Parlamentoya Herêma Kurdistanê duh ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê namzetiya Mesrûr Barzanî erêkirîbû. Îro jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî erka avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê da Mesrûr Mesûd Mistefa Barzanî.

Li gorî yasayê di vê di nava 30 rojan de hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ava bike.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê duh bi 87 dengan namzetiya Mesrur Barzanî ya ji bo serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê pejirandîbû.

(ab)