Şandek bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê tevlî merasîma sondxwarinê ya serokkomarê Îranê bibe. Îro danê sibehê jî zarokek Kurd li Kirmaşan hate darvekirin.
Tê payîn îro ji bo serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîs merasîmek sondxwarinê were lidarxistin. Ji herêma Kurdistanê jî şandek wê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî tevlî merasîmê bibe.
Wê seroka Parlamentoya Herêmê Rêwaz Fayeq, Wezîrê Ewqaf û Karûbarê Olî Piştîwan Sadiq, Wezîrê Rewşenbîrî û Werzîşî Hemî Heme Seîd, Wezîra Karûbarê Civakî Kiwêstan Mihemed û berpirsê peywendiyên Derve yê Herêmê Sefîn Dîzayî jî di şandeyê de amade bin.
Hêjayî gotinê ye di 2’yê Tebaxê de 3 ciwanên Kurd li Urmiyeyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin. Balkêşe ku di dema ku şandeya Herêmê serdana Îranê dike, îro zarokek din ê Kurd jî li Kirmaşan hate darvekirin.