Pênciwênê
Welatiyên navçeya Pênciwênê diyarkirin ku nefta ku hikumet bi ser wan belavkirî, bi ti awayî têra wan nake. Welatiyan dan zanîn ku divê hikumet zêdetir neftê belav bike.
Li Herêma Kurdistanê di nava 3 rojên dawî de berf, baranek zêde hatiye û gelek sare. Ji ber barîna berfê sermayek zêde li herêmên çiyayî heye, duh navçeya Pênciwên weke cihê herî sar yê herêmê hate diyarkirin. Pileya sariyê bin 17’ê de bû.
Îsal jî weke her salên din pirsgirêka belavkirina neftê heye. Hikumet neftê belav nake, belav bike jî gelek kêm belav dike. Hikumet tenê bermîlek neft li ser malbatan belav dike, niştecihên navçeya Pênciwênê derbarê zorî û zehmetiyên dikêşin de axivîn.
Welatiyê bi navê Silêman Hesen diyarkir ku îsal berfek zêde bariye, nefta hatî dayîn jî têra wan nake, divê neftek zêde were dayîn.
Welatiyê bi navê Bîlal Mihemed jî got ku nefta ku hikumetê dayî têra wan nake, ev neft tenê têra mehekê dike.
Salih Mistefa jî dibêje; “Çend sale bi vî awayî berf ne bariye, nefta hikumetê dayî bi ti awayî têra me nake. Divê zêdetir neft were dayîn, ji ber ku herêma me cihek sare.”
Welatî Kamil Mecîd jî got ku di sala 1991’an de berf bi vî awayî barî bû û got; “Em bi hatina berfê gelek kêfxweşin. Lê ti malbat li vê herêmê bi bermêlek neft nikare xwe û zarokên xwe germ bike.”
(nr)