کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Pênçşem, Rêşemî 2, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

NPG: Fermandar hevrê Egîd lehengê rastî yê netewî yê gelê me ye

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
27/03/2021 - 10:43:59 am
in KURDISTAN
0 0
A A
NPG: Gerîla ji her demê bêhtir amade ye, koordîneya giştî ya operasyona Gare Albay Necmî jî hatiye kuştin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel bi rasthatina Heftiya Lehengiyê daxuyaniyek nivîskî belavkir. NPG’ê di daxuyaniya xwe de got; “Di demek wiha de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê bi rihê Egîdan ber bi serfiraziyê ve bimeşin. Fermandarê pêşengê yê vê geşedana dîrokî hevrê Egîd, lehengê rastî yê netewî yê gelê me ye.”

Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG), ji bo Heftiya Lehengiyê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

”Weke ku di pêvajoyên dîrokî de tê dîtin, hemû gelên ku dixwazin xwe azad bikin, encex bi têkoşînên mezin hebûna xwe teqez kirine. Gelên ku hebûna xwe danîne holê, li gel berdêlên mezin, bi berxwedana lehengên ku bi navê wan tevgeriyane bûne xwedî vê rûmetê. Ji ber vê, ji aliyê civakekê ve jiyana azad, dibe diyardeyek ku tenê bi têkoşîneke bi lehengî dikare bi dest bikeve. Gelê Kurdistanê jî, ku yek ji gelê herî dêrîn ê mirovahiyê ye, weke encama polîtîkaya mêtingerî, zilmê û zextê hatibû ber qonaxa nemanê, lê bi Rêber Apo û bi têkoşîna bi lenegî ya Apoyiyan, hebûna xwe dîsa teqez kiriye û bi gavên biryardar ber bi azadiya xwe ve dimeşe. Rojên ku gelê me heyina gelê me datînnin holê û teqez dikin weke ”Heftiya Lehengiyê” tê binavkirin û gelê me di pêvajoyeke heftiyekê de ya 21-28’ê Adarê, lehengên xwe yê fedayî bi bîr tîne. Heftiya Lehengiyê wa rojan vedibêje ku hevrê Mazlûm Dogan, Kawayê Hevdem  Ku bi Newrozê re bûyî yek û li dijî hovîtiya dewleta Tirk a faşîst û mêtinger bi çalakiya lehengiyê rabûyî hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) di wê pêvajoyê de ku gerîla li Kurdistanê bide rûnişandin û têkneçûyî bike li Gabarê şehîd bûyî vedibêje.

Xeta serkeftinê

Bêguman, helwesta bi disîplîn, wêrek, biryardar a li ser xeta Rêbertî ya hevrê Egîd, fermandarê mezin ê Pêngava 15’ê Tebaxê ya Bêhempa ku Cejna Berxwedanê ya gelê Kurd e, di serkeftina vê berxwedanê de faktora herî girîng e. Ev helwesta hevrê Egîd ya bi lehengî ku divêtiya geşkirina tevgera gerîla ya li Kurdistanê ji kûr ve bi dil, mêjî, rihê xwe jiyayî û pêşengiya vê kirî, gelê Kurdistanê ya li ber nemanê ji helandinê aniye ber vejandinê, li Kurdistanê rastiya civakeke ku ji bo azadiya xwe şer kirî afirand. Ji ber vê, fermandarê pêşeng ê vê geşedana dîrokî hevrê Egîd, lehengî rastî yê netewî yê gelê me ye.

Beriya bi 35 salan di kemînekê xayin de şehîdbûna vî fermandarê mezin ku li dijî ziyanên rejîma 12’ê Îlonê têkoşîna xwedîderketina li nirxên mirovî dida, ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyê windahiyeke mezin e. Partiya me PKK ku her xeleke şehadetê ya girîng kirî sedema pê rabûnê, eynî nêzîkatî li şehîdbûna hevrê fermandarê hêja Egîd jî kiriye, weke divêtiyeke dilsoziya bi bîranîna hevrê Egîd, artêşbûna gerîla li Kurdistanê geş kiriye û kiriye ku bigihije heta îro. Hevrê fermandar Egîd sembola israra li ser gerîlatî, wêrekî, biryardarî û rihê êrîşê ye. Xeta hevrê Egîd xeta gerîlayê serkeftî ye. Bi zîrektî û rihê Apoyî rihê Egîdan ku ji bo me her demê mînak e, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku li ser vî rihî geş bûyî îro hatiye qonaxa serkeftinê. Di demeke wiha de ku gelê me û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji her demê bêhtir hewceyî bi Egîdbûnê heye, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê bi rihê serkeftinê yê Egîdan bimeşe û îdealên lehengên me yên nemir bi cih bînin. Ji ber vê, gerîlayekî HGP’ê ku fedayiyê Rêber Apo ye, nexasim vê dema dawî, hemû geşedanên têkilî jiyana Rêbertiya me ji nêz ve dişopîne û ji bo vê pêvajoya hesas ji bo ku peywirên xwe yên demê bi cih bîne hazir disekine.

Ji bo salvegera 35’an a vê şehadeta mezin di şexsê hevrê fermandarê nemir Egîd de em li ber hemû şehîdên xwe bi hurmet bejna xwe ditewînin, bi çanda leşkerî û biryardarî û wêrekiya wan ku Egîdan afirandiye her demê wê rê nîşanî me bidin, bi vê çarçoweyê em Heftiya Lehengiyê li wan hemû hevrêyên xwe pîroz dikin ku li ser xeta Mazlûm û Egîdan têdikoşin.”

Nûçeya berê

Li Hewraman Festîvala Biharê

Nûçeya pişt re

Jibo Şengalê bang li hêzên azadîxwaz û partiyên Iraqê hat kirin 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nerazîbûna Derbendîxaniyan a dijî nebûna xizmetguzariyan di dome

Nerazîbûna Derbendîxaniyan a dijî nebûna xizmetguzariyan di dome

Rêşemî 2, 2023
Xwepêşandanên li hindir û piştgiriya derve ya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e

Xwepêşandanên li hindir û piştgiriya derve ya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e

Rêşemî 2, 2023

Li Dihokê ji ber temasa elektrîkê çar dikan şewitîn

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Zarokên Germiyan: Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e

Nûçeya pişt re
Jibo Şengalê bang li hêzên azadîxwaz û partiyên Iraqê hat kirin 

Jibo Şengalê bang li hêzên azadîxwaz û partiyên Iraqê hat kirin 

Yên Li Pêş

Li Silêmaniyê teqîn-NÛ BÛ

Rêşemî 1, 2023

Li taxa Raperîn a Silêmaniyê mayînek teqiya û kesekî jiyana xwe ji xwe ji dest da. Rêveberiya Giştî ya Karûbarên...

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Rêşemî 1, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî...

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Rêşemî 1, 2023

Hevrêyên şehîd Viyan Soran derbarê kesayeta wê de axivîn û gotin; “Hertim dixwest weke komîn xebat werin birêve birin. Şehîd...

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Rêşemî 1, 2023

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44...

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Rêşemî 2, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ- ROJNEWS Plansaziya MÎT û Parastinê ya ji bo sala 2022’yan ew bû ku pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê...

Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Rêşemî 2, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) di 17. salvegera şehadeta xwe de...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist