Nujiyan bû parçek ji Şengalê û êşa gelê Şengalê gihand cîhanê

Rojnamevan Nujiyan Erhan ya ku bû parçeyek ji Şengalê û êşa gelê Şengalê gihand tevayê cihanê, di 3’yê Adara 2017’an de di encama êrişa komên çekdar ên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ de birîndar bû û di 22’yê Adara heman salê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê şehîd bibû.


Rojnamevan Nujiyan Erhan beriya sê salan wek îro di encama êrişa çekdarên bi navê Pêşmergeyên Roj de li bajaroka Xanesor a Şengalê birîndar bû. Nujiyan piştî 19 rojan di 22'yê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojava şehîd bû. Cenazeyê Nujiyan di 25'ê Adarê de li Şengalê hat definkirin.

Tuba Akyilmaz (Nujiyan Erhan) li Hîlwan a Rihayê hatiye dinê. Ji bo rawestandina şer û badawîbûna mirina ciwanan, çalakiya mertalên zindî ya li Bakûrê Kurdistanê hat lidarxistin, Erhan jî tevlî bibû. Ji bo bal kişandina ser vê çalakiyê li gel komek ciwan di 2005’ê de derbasî Qendîlê bûn. Erhan ku cara yekem hat çiyayên Kurdistanê, ji ber dewleta Tirk ti bersiv neda çalakiya wan, ew ma li çiyayên Kurdistanê û biryara mayîna dinava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de da. Nujiyan di nava tevgera azadiyê de 12 salan bê navber kar û xebatên çapemeniyê meşand.

Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrişê ser Şengalê kir, Nujiyan Erhan ji bo hovitiya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gelê Şengalê û êşa civaka Êzidî bigihîne cihanê, derbasê Şengalê bû.

Gelê Şengalê du sal piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê karî di demek kurt de xwe  ji nûve rêxistin bike û hêza xwe ya leşkerî ya bi navê YBŞ û YJŞ ava bike. Di 2'yê Adara 2017'an de hin komên çekdar ên ku navê ‘Pêşmergeyên Roj’ lixwe kiribûn, ji aliyê bajaroka Sihêla û bajarê Dihokê ve hatin bajaroka Sinunê ya Şengalê û ji wir jî berê xwe dan bajaroka Xanesorê ya di bin kontrola şervanên YBŞ/YJŞ'ê de.

Li ser vê yekê gelê herêmê nerazîbûnek mezin nîşan da û xwestin ku ev kom paşve biçin. Hêzên YBŞ/YJŞ'ê û Asayîşa Êzidxanê jî tedbîr girtin. Li aliyê din jî rayedarên YBŞ'ê bi komên behsa mijarê re hevdîtin kirin û xwestin ku armanca hatina wan fêr bibin. Di hevdîtinê de derket holê ku ev dixwazin herêma Xanesorê û sînorê Rojava dagir bikin. Berpirsên komên êrîşkar ev armanca xwe bi eşkere anîn ziman û di gotin ku dê êrîş bikin.

Hêzên YBŞ'ê ji bo ku alozî dernekeve, hewldanên xwe domandin, lê di sibeha 3'yê Adarê de komên behsa mijarê bi çekên giran dest bi êrîşê kirin. Komên çekdar bi 30 Hammer û wesayîtên zirxî, her wiha bi hemû cureyên din ên çekan êrîş kirin. Li ser vê yekê şervanên YBŞ/YJŞ'ê û Asayîşa Êzidxanê bersiv dan û şer derket. Balkêş e çekên ku komên çeteyan di êrişê de bikar anîn, ji aliyê dewleta Almanya ve ji bo ku li dijî DAIŞ'ê bêne bikaranîn, ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatibûn şandin.

Dema êrîşan destpêkir, 2 gerîlayên HPG'ê yên li qada Şengalê hatin herêmê û xwestin ku navbeynkariyê bikin, pêşiya êrîşan bigirin. Lewra di kêliya ku komên çeteyan êrîş kirin de, herdu gerîla bêyî ku dest bavêjin çekên xwe derketin pêşiya wesayîtên leşkerî û bi bedena xwe hewldan wan bidin sekinandin. Lê belê çeteyan ew jî kirin hedef û şehîd xistin. Dîmenên wan kêliyan ku ji aliyê çapemeniya azad ve hatin kişandin, li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat bibûn sedema hêrsek mezin.

Di êrîşa destpêkê ya 3'yê Adarê de rojnamevan Nujiyan Erhan ku li wê deverê rewşê dişopand, birîndar bû. Nujiyan piştî 19 rojan di 22'yê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojava şehîd bû. Cenazeyê Nujiyan di 25'ê Adarê de li Şengalê hat definkirin.

(şk)