Nûnerên hizbên siyasî li dijî dagirkeriyê banga yekitiyê kirin

Nûnerên hizbên siyasî yên li Germiyan, êrîşên dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Li gorî nûnerên hizbên siyasî armanca dewleta Tirk dagirkirina Kurdistan û şikandina îradeya gelê Kurde. Herwiha gotin; ‘Tenê bersiva dagirkeriyê, yekitiya netewî ye.’


Her ku diçe êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dibe. Balafirên artêşa Tirk rojane gund û çiyayên Kurdistanê bombebaran dike. Herwiha rojane jî eskerên Tirkiyeyê dikevin nava xaka Başûrê Kurdistan û dest bi dagirkirina gund û xaka Kurdistanê dikin. Hîn jî ne Hikumeta Herêma Kurdistan, Parlamentoya Herêma Kurdistan ne jî hikumeta Iraqê helwestek nîşanî dagirkeriya Tirk nedane. Li ser vê mijarê nûnerên aliyên siyasî yên li Germiyan ji RojNews re axivîn.

Berpirsyarê herêma Germiyan yê Hizba Şuî ya Kurdistanê Cewher Şukir got ku dagirkeriya dewleta Tirk bi ti awayek nayê pejirandin. Cewher da zanîn ku divê ti Kurdek vê dagirkeriyê qebûl nake û hemberî wê dengê xwe bilind bike. Cewher di dewamê de balkêşa ser giringiya yekitiya netewî û got; “Pêwîste helwestek netewî û nîştimanî hemberî dagirkeriyê hebe. Tirkiye ji pêşketina doza Kurdan ditirse. Tirkiye ditirse ku Kurd li Rojava bibin xwedî maf û bigihin azadiya xwe. Ji bo vê dixwaze Tevgera Azadî ya Kurdan ku ji bo mafê gelê Kurd têdikoşe bêdeng bike.”

Cewher got ku divê ji hemû demî zêdetir, Kurd giringiyê bidin yekitiyê û yekitiya xwe ava bikin. Ji ber ku tê dîtin ku li herêmê tê xwestin bê îradeya gelê Kurd ber bi guherînê ve biçe, ev jî ne di berjewendiyê Kurdan deye. Cewher da zanîn ku Kurd divê demê dikarin bi yekitiyê mafên xwe bidest bixin.

Hevserokê Meclîsa Germiyan ya Tevgera Azadî Hawrê Cebar jî li ser heman mijarê axivî. Cebar despêkê êrîş û dagirkeriya dewlet Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got; “Dewleta Tirk dagirkeriyê ji bo xwe kiriye çandek. Em li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne, wê hertim helwesta me hemberî dagirkeriyê hebe. Divê hemû Kurdek û aliyên siyasî helwesta xwe hemberî dagirkeriyê nîşan bidin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk ne tenê PKK û herêma diyarkiriye, dixwazin hemu Kurdistanê dagir bikin û îradeya Kurdan bişkînin.”

Cebar di dewamê de balkêşa ser bêdengiya hinek hizbên li Başûrê Kurdistanê jî û got; “Em helwesta hinek hizban baş dibînin û li dijî pîvanên Kurditiyê ye. Em dixwazin her kes li siyaseta xwe binêre û dev ji xiyanetê berdin. Ji ber ku ger dagirkeriya Tirk bigihe armancê, wê dawî ya van hizbane jî were. Lewazbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê, lewazbûne hemû Kurdane. Tenê rêya hemberî vê dagirkerî û komployê, yekitiya netewî ye. Ji bo vê ez bang li hemû aliyên siyasî dikim ji bo yekitiya nava mala Kurdan hewlên cidî bikin.”

Herî dawî berpirsê Meclîsa Germiyan ya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Goran Rehîm jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Goran got; “Di vê demê de dewleta Tirk bi dijwarî êrîş dike û dagirkeriya xwe ya ser Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Ji ber ku herêmên sînor xwedî giringiyek siyasî û coxrafîne, êrîşan zêde kirine. Ev êrîş hemû bi hêceta pakrewanên Kurd yên PKK’ê pêktên. Lê armanc dagirkerine. Dixwazin xwe ji çareser kirina pirsgirêka Kurd bidizin.

Em armanc û metirsiya van êrîşan yên liser gelê Kurd dibînin. Pêwîste hemû welatparêz, rêxistinên civaka sivîl, hizbên siyasî, hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê hemberî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Sedemê êrîşa dewleta Tirk parçebûna meye, ji bo vê ez bang li hemû hizb û aliyên siyasî dikim ku yek deng bin û yekbin. Bila li dijî dagirkeriyê yekitiya xwe ya netewî ava bikin.”

(nr)