Omer Înayet: Projeyasaya reforma çaksaziyê hîle ye

Parlamenterê Berê yê Herêma Kurdistanê Omer Înayet, “proje yasaya reforma çaksaziyê” ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî “hîle” pênase kir û got “Hikûmet reforman ji ser milê xwe davêje ber parlamentoyê.”


Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê 12’ê Kanûnê proje yasaya reforman şand Parlamentoya Herêma Kurdistanê. Projeya reforman, ji xwe babetên, “rêxistinkirin û kêmkirina muçeyênkesên pîlebilind, birîna muçeyên teqawîtbûyên neyasayî, wergirtina pile ji kesên ne jêhatî ku pileya wan bilindkirine” pêktê. Li gorî proje yasayê yekîneyên hejmartinê (yekîneya ku karê îdarî dike û meaşan dide) yên hêzên 70 û 80’yan ên pêşmergeyan têne hilweşandin û ti hêzek leşkerî nabe xwedî jimarek taybet.

Endazyar û parlementerê berê yê Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Omer Înayet, têkildarî mijarê pirsên Rojnews bersivandin.

- Hun proje yasayê çawa dibînin?

Di dema xwe de rexneya me li ser wê yekê hebû ku reform tenê bi muçeyê karmend û teqawîtan ve sinor dar nemîne. Raste divê kesek du muçeyan wernegre yan jî muçeyê bindîwar (ne yasayî) were birîn. Lê belê pêwîstî pê heye ku reform di gelek waran de were pêkanîn. Were reformê di vegerandina milk û malê dewletê de bike, gelek gir û meydan hene ji aliyê hizban ve hatine dagirkirin, werin di xwemalîkirina kerta elektrîkê de reformê bikin. Hikûmet mehane du milyar dolar dide berhemhênerên elektrîkê û hemû pêdawîstiyên wê ji hindirê Herêmê dabîn dike. Me kar li ser wê yekê kir ku ev kert bibin hikûmî û ev du milyar neyê dayîn, çima xetên peywendîkirinê yên wek telefon û înternet didin kerta taybet, çima hikûmet bi xwe van kertan birêve nabe?

- Dema reşnivîsa proje yasasya reformê hat amadekirin hun wê demê li parlamentoyê bûn, çima we ew têbîniyên xwe di nava projeyasê de bicîh nekirin?

Min bi xwe projeya reforman pêşkêşê parlamentoyê kir û parlamento jî pêşkêşî hikûmetê kir. Lê hikûmet kar pê nake. Ji bo mînak, welatek wek Tirkiye şêniya wê 80 milyon e, 20 wezaretên wê hene, lê şêniyên Herêma Kurdistanê 5 milyone 21 wezaretên wê hene. Yanî brokratiya ku di îdareya vê herêmê de heye na guncê. Li Iraqê parlementerek nûnertiya 250 hezar kesa dike, lê li Herêma Kurdistanê parlementerek nûnertiya 45 hezar kesa dike. Werin van 111 parlementeran jimara wan kêm bikin bixin 60 parlementer. Bi otomatîkî muçeyê 50 teqawîtbûyan kêm dibe. Bi heman şêwe di meclîsên parêzgeh û rêveberiyên giştî de jî dikare were kirin.

‘Li Herêma Kurdistanê 250 rêveberiyên giştî hene lê li Iraqê 25 rêveberiyên giştî hene’

Li Herêma Kurdistanê 250 rêveberiyên giştî hene, lê li Iraqê ji serdema Melîk ta serdema Sedam Hisên jî ji bo her kertek rêveberiyek ya giştî hebû. Yanî bi hemû rêveberiyan ne digihşt 25 rêveberiyên giştî. Çima niha li Herêma Kurdistanê 250 rêveberiyên giştî hene ku 500 cîgirên wan jî hene. Divê ev jimar were kêmkirin.

- Yanî ev proje dikare bibe reformek dayîmî di sîstema îdarî ya herêmê de?

Nexêr, bi ti awayek nikare reformek dayîmî be, lê pêngavek başe bi mercê ku pêngavên din jî di dûv de werin. Hinek kes hene wezaretê nedîtine, lê bi pileya wezîr hatine teqawîtkirin. Li Herêma Kurdistanê ji 500 kesa zêdetir hene ku ne wezîr bûn lê bi pileya wezîr hatine teqawîtkirin. Hinek jî hene roja ku navê wan ji bo karkirinê derketiye, heman rojê hatine teqawîtkirin. Wisan fêmkirine kesên ji Ewropa vegeriyane ji ber zanîna zimanê Inglîzî, wekî ku kesek din ji wan baştir bidest nakeve ji bo rêveberina welat.

- Hin ji xalên herî diyar ên proje yasayê, nehiştina du muçeyî, rêxistinkirin û kêmkirina muçeyê pileyên taybet, her wiha pile nedana kesên ku bi ne heheq pileyên wan têne bilinkirin e. Li gora we rastiya siyaseta Herêma Kurdistanê rêxweşkere ji bo bicihanîna van pêngavan?

Guh bidin gotina parlementerên ku behsa proje yasaya reformê dikin û dibêjin, ‘em ê rê nedin yek pêşmerge ziyanê bibîne’ piraniya kesên ku pileya wan hatine bilindkirin pêşmergene ku ew jî ji pileya mîlazim ji bo pileya muqedem û Lîwa hatine bilindkirin. Dema ku tu rê nedî ev zirarê bibînin tu wê çawan bikarî vê yasayê bicihbînî? Xeta sor ji bo pêşmerge, malbatên şehîda û girtiyên siyasî danîne. Giraniyê danîne ser parlementeran, divê reform hemû sektoran bigre nava xwe.

‘Cûrek yê lîstokê ye’

- Li gora naveroka proje yasaya reformê ger parlementerek 15 sal xizmet kiribe ku muçeyê wa 8 milyon û 200 hezar dînare, wê muçeyê wê yê teqawîtbûnê 5 milyon dînar be. Lê li gora gel evqas jî zêde ye, hun çawan dinirxînin?

Cureyek lîstokê pêk anîne, min di dema xwe de projeyek pêşkêş kir. Di projeyê de dihat gotin ku eger parlamenterek qet xizmetek nekiribe, divê meaşê wî/ê 2 milyon be, lê eger yên 40 sal xizmet kiribe meaşê wan 5 milyon dînar be. Heta astekê baş nêzî vê projeyê bûn, lê ev projeyasaya niha gelek jî vê rastiyê dûr e. Bê edaletî di projeyasayê de heye, xwestine ku hemû derdoran razî bikin.

’60 hezar parêzvanên berpirsan hene’

Mijarek din parêzvanên berpirs û hizbane. 60 hezar parêzvan li Herêma Kurdistanê hene. Di dema xwe de min pêşniyarek ji Serokatiya Parlamentoyê kir û got werin rêzbenda pasawanan daynin. Ji bo mînak ji bo Serokê Herêmê 45 parêzvan, Serokê Parlamentoyê 42 û serokê hikûmetê jî bi heman şêwe me kêm kir. Li gora min hesab kir ji serokê herêmê bigre ta digihe wezîr û parlamenteran 3 hezar parêzvan pêwîste. Lê niha 60 hezar parêzvan hene. Ger mehane her yek ji van milyonek muçe wergire bi giştî dike 60 milyar dînar. Gelek ji van kesan her navên wan jî nine, berpirsên wan diçin muçeyê wan werdigrin. Berpirs heye du lîwa parêzvaniya wî dike. Hinek jî hene 3 fewc parêzvaniyê jêre dikin.

‘Hikûmetê reformê ji ser stûyê xwe avêtiye ber parlamentoyê’

Xalek din a giring ewe ku karûbarên teqawîtbûna wezîra û bilindkirina pileyê ji bo kesên ne jêhatî bi biryara hikûmetê hatine kirin. Yanî hikûmet dikare bi biryarek jî vê yekê nehêle ku pêwîstiya wê bi parlamentoyê jî nabe. Yaku niha tê kirin ewe ku dibêjin agire sore bila ji min dûr be. Hikûmet vê reformê ji ser stûyê xwe avêtiye ber parlamentoyê. Di nava parlamentoyê de jî wê pirsgirêkên herî mezin ji vê proje yasayê re derkevin û wê bi hêsanî jî neyê derbaskirin.

- Wê çi pirsgirêk hebin?

Ji bo mînak YNK niha amadekariyên kongreyê dike, dibe ku 15 ta 20 hezar kes ji pêkanîna vê reformê ziyanê bibînin, wê ev kes ji hizba xwe dûr bikevin. Ji bo PDK’ê jî bi heman şêweye. Em herin kesek bi ne yasayî pileya wî xistine lîwa û 200 kes li gel de hene, ka bila pileya wî dabixin muqedemtiyê wê were dîtin ku çi pirsgirêkek derkeve. Parlamento nikare vê proje yasayê di warê leşkerî û ewlehî de wek heyî bicihbîne.

- Jimara muçexwerên ne yasayî li Herêma Kurdistanê çende?

Nikarin qet jimarek bêjîn. Ji berku bi zanabûnek wisan kirine da ku ti kesek li pey vê mijarê nekeve.

- Lê Hikûmeta Herêmê dibêje milyonek û 200 hezar muçexwer li Herêma Kurdistanê hene, hikûmeta Iraqê jî dibêje tenê 800 hezar muçexwer li cem wan tomarkirine?

Ew 400 hezar muçexwerên din ewin yên ku ji bo mînak di Şoreşa Îlonê de teqawîbûne ku hinek li cem YNK’ê hinek li cem PDK’ê û hinek jî li cem hizbên dinin. Ev muçexwerên hizbî ne û navê wan li Bexdayê nine.

- Wê ev jî bikevin çarçoveya proje yasa reformê?

Nexêr bawer nakim biçin muçeyê Şoreşa Îlonê bi ser wan kesan de bibirin. Li gora min ji vê milyon û 200 hezar muçexweran wê jimarek gelek kêm were kêmkirin. Li gora ez dibînim wekî ku hikûmet propaganda wê dike û dibêje wê mehane 100 milyar dînar li hikûmetê vegere ne rast be. Dibe bi giştî 20 ta 25 milyar dînar vegere. Wekî ku hikûmet propaganda wê dike çênabe.

(şk)