NAVENDA NÛÇEYAN
Çalakvan û çavdêrê siyasî Elî diyar kir ku êrîş û dagirkeriya artêşa Tirk a li hember Başûrê Kurdistanê wê bi ser nekeve û got, “Di Sibata 2008’an de jî bi deh hezar leşker hatin, lê belê têk çûn û vegeriyan.”
Çalakvan û çavdêrê siyasî Elî Oremarî yê li Behdînanê dijî, têkildarî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û rewşa herêma ji Rojnews re axivî.
Elî Oremarî diyar kir ku Başûrê Kurdistanê di nav rewşeke metirsîdar de ye û bêdengiya hizbên desthilatdariyê, hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê di hişê mirovan de dibe sedema gumanan.
Elî Oremarî destnîşan kir ku têkiliya êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk bi pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê re hene û got, “Her kes dizane ku Erdogan li Tirkiyeyê têk çûye. Ew kesên ku berê dostên Erdogan bûn nikare pêre ketine nav reqabetê.”
Elî Oremarî bêhelwestiya Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkerî û êrîşan rexne kir û wiha dewam kir, “Li Herêma Kurdistanê ne helwesta hikûmet ne jî ya partiyên siyasî maye. Desthilatdariya Herêma Kurdistanê ji ber di rabihuriyê de ligel dewleta Tirk lihevkirinên aborî û leşkerî kirine niha nikarin helwest jî bigirin.”
Têkildarî baregehên dewleta Tirk ên di nav xaka Başûrê Kurdistanê de Elî Oremarî wiha axivî: “Ev 26 sal in baregehên dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê û bi taybet li Behdînan hene. Li gor agahiyan 18 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene.”
Elî Oremarî bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker sala 2008’an ji bo bi awayekî leşkerî li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe zemîn amade dikir û got, “Lê belê welatiyên Amêdiyê û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê herikîn qadan û ev hewldana dijminkariyê şikand. Wê demê jî li hemberî dewleta Tirk desthilatdarên Herêma Kurdistanê tenê daxuyaniyên şermok didan û weke niha ti helwesteke cidî nîşan nedan.”
Li ser armanc û niyeta dewleta Tirk jî Elî Oremarî wiha axivî: “Em bêjin hebûna PKK’ê ya li Qendîl ji bo dewleta Tirk metirsî ye, lê sînorê Kerkûkê, Mexmûr û Mûsilê 150 kîlometre ji Tirkiyeyê dûr e. Armanca bombekirina van deveran ji bo çi ye?”
Elî Oremarî destnîşan kir ku pêkan e dewleta Tirk di demên pêş de bi rêya leşkerî êrîşî Mûsilê jî bike.
Elî Oremarî da xuyakirin ku welatî di vê merheleyê de tevî li hemberî dewleta Tirk, li hember hikûmet û desthilatdarên Herêma Kurdistanê bi hêrs in û wiha pêde çû: “Ji ber bergiriya xak û can-malê welatiyan nakin. Her wiha ji bo welatî ji êrîşên dewleta Tirk bên parastin daxwaz ji hikûmetê û civaka navneteweyî jî nake.”
Elî Oremarî di dawiya axaftina xwe de jî got ku wê artêşa Tirk careke din têk biçe û got, “Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk encam nagirin, wê dijmin bişike. Di Sibata 2008’an de jî bi deh hezar leşker hatin, lê têk çûn û vegeriyan.”
(yş)