Di sala 2021’an de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 11 caran karwanên leşkerî yên bi çekên giran sewqî qadên Herêmên Parastina Medyayê kir, êrişî hêzên gerîla kirine. Di êrişên PDK’ê de 14 gerîla şehîd bûne û gerîlayek jî birîndar bû.
Di demekî ku hêzên pêşmerge li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şehîd û birîndaran dide û banga hêz û çekên zêdetir dike, lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hêz û çekên zêdetir sewqî qadên gerîla dike û çeperên asê çêdike.
Em ê di vê panaromayê de, hewl bidin ku êrişên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, liv û tevgera wê, riyên berbi qadên gerîla ve çêkirine ragihînin.
Bi taybet ji aloziya dema Zînê Wertê û vir ve tevgerek zêde tê dîtin. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker 23’yê Nîsana 2021 êrîşên mezin dijî Metîna, Zap û Avaşîn dan destpêkin jî, hêzên PDK’ê careke din ketin nava tevgerê.
5’ê Hezîranê
Li navçeya Amêdiye ya Dihokê PDK’ê hêzek zêde ber bi herêma Metîna ve şand. Di nava karwanê hatiye şandin de wesayîtên zirxî, ambûlans, kepçe û gelek wesayîtên taybet ji bo bejahiyên zehmet jî hebûn. Di dema şandina hêzan de, di seyarek pêşmergeyan de teqîn çêbû û 5 pêşmergeyan jiyana xwe jidest dan.
Fermandariya Qada Xabûrê ya HPG’ê têkildarî mijarê heman rojê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: ”Îro saet derdora 04.00’an hêzên girêdayî PDK’ê li geliyê di navbeyna Girê Çarçel û Girê Colemergê de ku niqteyeke stratejîk a Metîna ye, ji du aliyan ve êrîş kir. Ji bo ev hêza leşkerî ku her baskek wê ji 50 wesayitên zirxî pêk dihat nekevin vê herêmê, hêzên me bi çekên şexsî ew hişyar kirine. Lê ev hêz bêyî ku guh bidin vê hişyariyê bi pozisyona êrîşê pêş ve çûne. Tu gund û jîngeh li derdora qada navborî nînin, ev 25 sal in pêşmerge nehatinê, piranî hêzên gerîla lê ne û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatiye mayinkirin. Li gel ku ev qas tişt têne zanîne û li gel hişyariyê jî ji wesayitên ku dom kirine di yek an jî duyan de ji ber teqîna ku sedema wê nayê zanîn teqîn çêbûye û hin windahî çêbûne. Encameke wiha ne bi dilê me ye û dilê mirov diêşîne. Lê berpirsyariya vê rûdanê ne ya me ye, ya wan kesan e ku ev hêz şandine vir.”
7’ê Hezîranê
PDK’ê hêzeke zêde şand herêma Berdenazê ya girêdayî bajaroka Hacî Omranê ku dikeve nava sînorên navçeya Soran a Hewlêrê. Hat gotin ku hêzên Zêrevanî yên PDK’ê li nêzî qadên gerîla hatine bicîhkirin.
Hacî Omran herêmeke dikeve ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, her wiha herêma Qendîl û Xinerê bihev ve girêdide.
Di 31’ê Tebaxê de HPG’ê ev daxuyanî da: “Hêzên dewleta Tirk a dagirker ji bo şikandina berxwedana gerîla ya li qada Zendûrayê serî li her rê û rêbazê daye, teknîk bi her awayî bi kar aniye, bi her rêbazên li derveyî mirovahiyê tevgeriya ye, lê dîsa jî nekariye encamê bi dest bixe. Dewleta Tirk a ku nikare bi pêş ve biçe û xitimî ye, tişta ku nikare bike hewl dide bi destê hêzên PDK’ê bike û bi vî rengî xwest ku ji pişt ve xençerê li berxwedana gerîla bixe. Mixabin PDK jî li gorî vê armanca dewleta Tirk tevgeriya ye, 5’ê Hezîranê gelek hêzên xwe li gel çekên giran û wesayitên zirxî şandiye geliyê navbera girên Çarçel û Heqarî yên herêma Metînayê. Fermandariya me ya Herêma Xabûrê ya Metînayê heman rojê daxuyaniyek da, hişyarî da ku ev hewldana nexêr destekê dide dewleta Tirk, qada liv û tevgerê ya gerîla teng dike û berxwedana gerîla lawaz dike. Lê belê tevî vê yekê jî PDK’ê di ev hewldana xwe dewam kir û hîn jî dewam dike.
Fermandariya Herêma Xabûrê ya Metînayê li pêşberî vê rewşa nû biryar da ku rê û rêbazên hêzên me yên li herêma Metînayê ji nû ve binirxîne û hêzên me yên li Zendûrayê vekişîne. Di pêvajoya vekişînê de 10, 11 û 12’ê Hezîranê sê rojan şerekî destanî qewimî. Di vê pêvajoya vekişînê de, ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya li herêma Metînayê hevalê me Rêber Zana, fermandarê fedayî yê Berxwedana Zendûrayê hevalê me Hêjar Can, hevrêyên me Têkoşer, Bahoz, Botan û Nûman bi lehengî şehîd bûn. Bi saya ked, hewldan û fedayîtiya van hevrêyên me, hevrêyên leheng ên din ên Berxwedana Zendûra ya dîrokî bi rengekî ewle gihîştin qadên xwe.
24’ê Tîrmehê
Hêzên PDK’ê li navbera girê Çarçel û girê Hekarî yên Metîna, ber bi qadên gerîla ve çûn û alozî derket. Di heman kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk liser herêmê firiyan.
HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da: “Hêzên girêdayî PDK’ê roja 5’ê Hezîranê bi rengê êrîşê hatibûn qada nevbera Girê Çarçel û Girê Hekarî yên girêdayî herêma Metînayê û xwe bi cih kiribûn. Hêzên PDK’ê tevî hemû bang û hişiyariyan jî, li vê qadê karê çêkirina çeperan domandiye, rêyên nû çêkirine, hêz û wesayîtên zirxî sewqî qadê kirine. Pir bi şeklekî watedar bi taybetî di saetên sibeha 24’ê Tîrmehê li Girê Çarçel cereke din hêzên xwe xiste tevgerê û hewl dane ber bi cihên gerîla ve pêşve biçin. Weke berê me ji raya giştî re jî ragihandibû, qada behsa wê tê kirin herêmeke bingehîn a hêzên gerîla ye ku bi salan li wir xwe bi cih bûne, di navbera gerîla û hêzên PDK’ê ku nû hatine qadê de mesafeyek kêm heye. Di encama pêşveçûna hêzên PDK’ê ya ber bi noqteyên gerîla de ji bo demek kurt pevçûn çêbûye. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li qadê xistine û di encama wê de jî şewat bi erazî ketiye.”
26’ê Tîrmehê
Çavkaniyên herêma Şeladizê ragihandin ku hêzên PDK’ê yên Şeladizê amadekariyan dikin ku xwe bigihînin devera Rênçbiraxa. Çavkaniyan gotin ku amadekarî ji demek dirêj ve tê kirin û tê xwestin li Rênçbiraxa hêz bê bicîhkirin.
Rênçbiraxa deverek bilind û girêdayî bajaroka Şeladizê ya Amediyê ye. Li gorî agahiyan ev dever di nava qadên gerîla de cîh digire û ji bo ku hêzên PDK’ê karibin biçin wê derê, pêwîste di çend noqteyên gerîla re derbas bibin.
26’ê Tîrmehê
Di 26’ê Tîrmeha 2021’an de yekîneyek gerîlayên HPG’ê ku ji 3 kesan pêk dihat, li devera Xelîfan bi êrîşa hêzên PDK’ê re rû bi rû man. Navenda Çapemeniya HPG’ê 29’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 3 hevalên wan dema ji bo erka xwe diçûn herêmek din, li Xelîfan rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatine û agahî ji wan nehatiye girtin. HPG’ê ku nasnameyên 3 gerîlayan jî eşkere kirin û ji PDK’ê xwest ku têkildarî bûyerê agahî bide. Piştî daxuyaniyê rêveberên PKK’ê, KCK’ê û gelek partî û rêxistinan jî bang li PDK’ê kir ku li ser mijarê agahî bide, lê heta niha jî PDK’ê bersiv nedaye.
Piştî diyarkirina nasnameyên hersê gerîlayan malbatên wan xwestin ji bo aqûbeta zarokên xwe pêwendî çêbikin. Lê malbata ku ji Rojava derket rê, li Deriyê Sînor ê Fîşxabûr ji aliyê rayedarên PDK’ê ve hat astengkirin. Malbata ku Bakûrê Kurdistanê hat Hewlêrê jî, ji aliyê rayedarên dezgeha Parastin (îstîxbarata PDK) ve hat tehdîtkirin.
28’ê Tebaxê
Li girê Çarçel ê herêma Metînayê hêzên PDK’ê dest bi çêkirina rêyên nû kir. Hat gotin ku Hêzên Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê di rojên dawî de liv û tevgera xwe ya li Metînayê zêde kirine. Çavkaniyan ragihandin ku hêzên PDK’ê li devera Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû kiriye û 3 baregehên nû yên leşkerî li hinek gundên Kanî Masiyê çêkirine.
29’ê Tebax’ê
Hin çavkaniyên herêma Xelîfan ragihandin ku yekîneyek gerîlayên HPG’ê rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatiye. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê jî 4’ê îlona 2021’an li ser mijarê daxuyaniyek da û got: “Agahî ji me re hatiye ku komek 7 kesî ya gerîlayên me li derdora herêma Xelîfan, dema hewl daye ji Çemê Zê (Zap) derbas bibin, ketine kemîna hêzên PDK’ê û bi êrîşê re rû bi rû mane. Tu tiştek ji vê yekê xirabtir nabe ku hêzên PDK’ê bi vî terzî û şeklê xayînane hêzên me bixe kemînê û şehîd bike. PDK dixwaze tevlî êrîşên mêtinger- faşîst û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê me û hêzên me dide meşandin bibe. Em vê daxwaza PDK’ê ji edalet û wijdana raya giştî re dilêhin.”
Piştre derkete holê ku di êrişê de 5 gerîlayên şehîd bûne. Yek birîndar dibe û yek jî piştî 16 rojan xwe digihîne hevrêyên xwe. PDK’ê hîn cezaneyên gerîlayên şehîd nedane malbatên wan. Ji wan gerîla Tolhildan Raman, Serdem Cudî xelkê Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê bûn.
Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de şehîd bûne çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalka ji 5`ê Cotmehê ve berdewam dike. Tevî her roj dayik bang li PDK’ê dikin cenazeyan radest bikin, lê PDK bersivê nade banga dayikan.
5’ê Kanûnê
Hêzên PDK’ê şeva 5’ê Kanûnê sewqiyata leşkerî li baregeha Sîrê ya li herêma Şêladizê kir.
Li gorî dîmenên hatin parvekirin ku ji çavkaniyeke taybet hatiye bidestxistin şeva 5’ê Kanûnê saet di 00:00 de hatiye kişandin. Sewqiyata leşkerî ya ku di dîmen de diyar dibe, ne ji bo çeperên şer ên li dijî DAIŞ’ê ye. Ev sewqiyat ji bo herêma Şêladizê tê kirin ku baregeha Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker lê ye, tê kirin. Çavkaniyê diyar kir ku bi hejmareke zêde ya wesayitên zirxî û çekên giran, çekdarên PDK’ê hatine veguhastin.
Di dîmenan de hinek kesên ji xelkê heremê nerazîbûnê nîşan didin û dibêjin, “Şer li deştê ye, ne li vir e.”
15’ê Kanûnê
Meşa ciwanan Rojava a bi dirûşma “Werin cenga rûmetê” ku ew sê rojbûn ji Qamişloyê dest pê kirîbû di 15’ê Kanûnê gihaşt dergeha Sêmalkayê. Lê Sêmalkayê hêzên PDK’ê êrişî ciwanan kir. Di encamê de 15 ciwan birîndar bûn.
16’ê Kanûnê
Hêzên PDK’ê danê sibehê deriyê sînor a Sêmalkayê bi blokên mezin ên metal girt.
Aliyê Pêşxabûr (Başûrê Kurdistanê) ê deriyê Sêmalkayê di 16’ê Kanûnê ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi blokên metal hat girtin. Rayedarên deriyê Sêmalkayê diyar kir ku rayedarên PDK’ê bêyî agahiyekê pira Sêmalkayê girtiye.
Di heman rojê de hêzên PDK’ê ku Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê (Aliyê Başûrê Kurdistanê yê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê) serê sibehê bi blokên metal girtibû, pira duyemîn a li ser sînor jî li çûn û hatinê girt.
Di 19’ê Kanûnê de hêzên PDK’ê Deriyê Sînor ê El Welîd ku dikeve navbera Başûrê Kurdistan û bajarê Dêrik yê Rojavayê Kurdistanê de jî girt.
(ab)