Paqijkirina mayînan li gundê Girzerik berdewame

Îro şandeya ku ji qeymeqamê Şengalê Fehad Hamid, rêveberê nahiyê Celal Xelo, ruspî, feramandarên YBŞ’ê û fermandarên artêşa Iraqê pêkdihat serdana gundê Girzerik ê Şengalê kirin. Şandeyê diyar kirin ku ewê ji bo ewlehiya gel, herêmê ji mayînan paqij bikin.


Îro şandeya ku ji qeymeqamê Şengalê Fehad Hamid, rêveberê nahiyê Celal Xelo, ruspî, feramandarên YBŞ’ê û fermandarên artêşa Iraqê pêkdihat serdana gundê Girzerik ê Şengalê kirin.

Şande li vê derê daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ewê ji bo ewlehiya gel, herêmê ji mayînan paqij bikin.

Piştre şande serdana cihê teqîna ku di 7’ê Îlonê de pêkhatî û di encamê de du fermandarên artêşa Iraqê jiyana xwe ji destdayîn kirin.

Herwiha hate gotin ku wê ji îro û şûnde parastina gundê Girzerik bikeve dibin kontrola YBŞ’ê de.

(şk)