Parêzer Peyman: PDK mîna girtiyan nêzî penaberên Mexmûrê dibe

Parêzer Peyman Êzedîn diyar kir ku helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û ambargoya nêzî 10 mehane li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) neqanûnî ye û got;”PDK weke girtiyan nêzî panaberên Mexmûrê dibe. Tişta bûye sedema pêkanîna siyaseta xwe, bêdengî ye. Pêwîstbû ji berî her tiştî parlamento xwedî helwest be.”


Ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û bi taybet PDK’ê ve zêdetirî 10 mehane didome. Ji ber dorpêçê karker nikarin biçin li ser kar, nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê û bi seden kesan karê xwe ji dest dan. Bandoriyek nerênî li ser jiyana şêniyên wargehê kiriye. Dorpêça ku didome bûye sedema bertekên beşên cuda yên civakê.

Parêzer Peyman Êzedîn ku yek ji aktîvîstên bajarê Silêmaniyê ye got;”Ev mijar pirsgirêkek demdirêje û pêwîstbû ji berî her cihî û aliyek din Parlamentoya Kurdistanê ev pirsgirêk çareser bikiriya. Ji ber ku li her sînorekî coxrafî dema ku rê li pêşiya koçberan tê girtin, sînorek ji bo tê destnîşankirin. Nayê wateya ku ew girtî bîn û weke girtiyan nêzî wan bibin. Tişta ku li Wargeha Mexmûrê dikin nêzîkbûna girtiyane. Lewma ev baweriyekê çêdike ku PDK bi yek rayî ji Mexmûrê re pirsgirêka çêdike. Ev di ti qanûnan de nîne ku mîna girtiyan nêzî panaberan bibin. Ti madeyên yasayî jî nîne ku wargehê ji hemû mafan bêpar bihêle.”

Parêzer Peyman di berdewama xaftina xwe got;”Eger vegerîn vê heqîqiyê ku hizb hêza desthilatê xistiye di berjewendiyên  hizbî de û 5 milyon xelkê Başûrê Kurdistanê di rewşek xerab de ne, li gorî birçîbûn û astengiya li pêşiya xelkê asayî be, çima ji bo 12 hezar penaber ne asayî be? Lewma bi bawerî ev yek peywendî bi şêwaz û bingehê hizrandina partiyên Başûr ve heye.”

Parêzer Peyman Êzedîn bal kişand li ser ferq û cudahîkirina navbera panaberên  Kurd û Ereb de û wiha domand;”Berê gelek Erebên şêniyên bajarên jêra Iraqê li Herêma Kurdistanê bûn û bi awayek asayî dijiyan. Ji bo wan wargehek dorpêçkirî nehatibû avakirin. Weke girtiyan nêzî wan nedibûn. Bêdengî û deng dernexistin wê ti mijaran neguhere. Ji ber ku hevbeşbûnek rasteqîn li nava hikûmetê de nîne. Hikûmraniya sereke PDK ye. Li her cihekê bêdengî û bêhelwestiya xelkê asayî li beramber dîktatorî hebe, zêdetir dibe sedema xweşkirina zemînê çespandina dîktatoriyê. Li Herêma Kurdistanê bêdengiyek metirsîdar heye. Zemînek tam ji bo PDK’ê daniye heta ku siyaseta xwe li qadê pêk bîne.”

(ab)