Parêzerê Ocalan: Biryara qedexeyê hatiye rakirin, lê hevdîtin pêk nayên

Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, li ser daxuyaniya Wezîrê Edaletê daxuyaniyek da û got: “Qedexe 22’yê Nîsanê hatibû rakirin."


Endamên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê li gel Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul re civiya. Gul ê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da got: “Berî niha biryarên sînorkirinê hebûn. Ev biryar hate rakirin. Biryarên têkildarî qedexeya hevdîtinê hatin rakirin, derfetên hevdîtinê hatine amadekirin.”

Li ser mijarê parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî. Dînç got ku rakirina biryara qedexeyê ne tişteke nû ye.

Dînç anî ziman ku biryar 22’yê Nîsanê hatiye girtin, da xuyakirin ku piştî 8 salan 2’yê Gulanê parêzer karîne li gel Ocalan hevdîtinê pêk bînin.

Dînç got: “Serdanên me yên hevdîtinê didomin. Biryara qedexeyê hatiye rakirin, lê hevdîtin pêk nayên.”

Dînç destnîşan kir ku ji 2’yê Gulanê û vir ve ji bo serlêdanên wan ti bersivek nehatine dayîn.

Dînç  eşkere kir ku wê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî bidin.