Parêzerên bajarokê Kelarê ji bo kompanyaya ji bo hevîditina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku li seranserê cîhanê hatî destpêkirin gotin: “Divê ev dosya were zindî kirin û bi dadgehek wekhev û navneteweyî Rêber Ocalan were dadgeh kirin. Ji ber ku yasayên ku niha li ser Rêber Ocalan tên ferzkirin tenê di berjewendiyên dewleta Tirk de ne.”
Ji Fas, Filîstin, Herêma Kurdistanê ya Federe, Iraq, Lubnan, Misir, Rojava, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzeran serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dane û xwestine bi rêzdar Ocalan, rêzdar Yildirim, rêzdar Konar û rêzdar Aktaş re yên ku ji zû ve ye agahî jê nayên girtin, hevdîtinê bikin.
Di 14’ê Îlonê de jî li Brukselê ji 22 welatên cihê 350 parêzeran bi civîneke çapemeniyê diyar kiribûn ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan serî li Wezareta Edaletê a Tirkiyê dane.
Her wiha di 19’ê Îlonê de 44 parêzerên li Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî dayîna kompanyaya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dabûn. Heman demê de Komîteya Amadekar a kampanyayê xwest li pêşiya Dadgeha Silêmaniyê daxuyaniyê bide çapemeniyê lê Asayîşa Silêmaniyê daxuyanî asteng kir.
Parêzerên bajarokê Kelar ê navenda îdareya Germiyan jî ji bo vê kampanyaya navneteweyî piştgiriya xwe nîşandan û ragihandin ku Abdulah Ocalan Rêberê Gelê Kurde û hêzekî siyasî ye li seranserê cîhanê, mafê gelê Kurd e ku bixwaze bibîne. Parêzerên Kelar li ser vê mijarê ji Rojnews’ê re axivîn.
Yek ji parêzerên bajarokê Kelarê Nîzam Kiwêxa Mihemed di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku rê nedana hevdîtinên parêzer û malbatan yên li gel Rêber Abdullah Ocalan kiryarên derqanûnîne û dibêje: “Wek parêzerek bi temamî piştgiriya tevahî parêzerên di kampanyayê de cih girtîn dikim. Hêvîdarim em wek parêzerên Germiyanê û her çar parçeyên Kurdistanê bi îradeya xwe bikarin Rêber Ocalan biparêzin.

Her wiha parêzer Kawa Letîf li ser heman mijarê piştgiriya xwe ji bo parêzerên ku li seranserê cîhanê ji bo hevdîtin li gel Rêber Ocalan bikin serî li Wezareta Edaletê dane nîşan da û got: “Ev 23 salin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye, hevdîtin mafê rewa yê parêzer û malbata Abdullah Ocalane. Abdulah Ocalan Rêberê Gelê Kurd ^u mafê gelê Kurd heye bibîne. Ji ber ku ev dozek zelal, rewa, yasayî û bi temamî medenî ye.”

Kawa Letîf di dewama axaftina xwe de da zanîn ku pêwîste hemû aliyên peywendîdar yên li ser asta Ewrupa û Neteweyên Yekbûyî her wiha rêxistinên mafê mirovan diparêzin li ser vê mijarê rola ku dikeve ser milê xwe baş bileyîzin û dibêje: “Divê ev dosya were zindî kirin û bi dadgehek yeksan û navneteweyî Rêber Ocalan were dadgeh kirin. Ji ber ku yasayên ku niha li ser Rêber Ocalan tên ferzkirin tenê di berjewendiyên dewleta Tirk de ne û ne yeksanin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 salin di girtîgeha yek kesî ya li girava Îmraliyê de ye. Ji 7’ê Tebaxa sala 2019’an ve hemû serlêdanên parêzerên Rêber Ocalan yên ji bo hevdîtin û agahî girtina ji tenduristiya Rêber Ocalan hatine red kirin. Her hefte du caran parêzerên Rêber Ocalan serlêdan li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dide lê her carê tê red kirin.
(fk)