Parlementera Goran têkildarî Mexmûrê pêşniyarpirsek pêşkêşê hikûmetê kir

Parlementera Herêma Kurdistanê Şîrîn Emîn, têkildarî dorpêça li ser Mexmûrê pêşniyarpirsek pêşkêşê Wezareta Karên Navxweyî kir û diyar kir, “Asayîş bi çi qanûnek ambargo daniye li ser Mexmûrê? Di ti belegeyeke fermî ya nivîskî de nayê behs kirin, hikûmet dikare dorpêçê deyne ser cihek.”


Nêzî 4 mehe Hikûmeta Herêma Kurdistanê ambargoya ketin û derketinê daniye ser Kampa Penaberan a Mexmûrê. Parlementera herêmê ya ji Fraksyona Goran Şîrîn Emîn têkildarî dorpêça li ser Mexmûrê pêşniyarpirsek arasteyê Wezareta Karên Navxweyî ya herêmê kir.

Şîrîn Emîn di pêşniyarpirsê de ev tişt dibêje, “Ji ber kuştina cîgirê konsolê Tirk, zêdeyî 3 mehe dorpêçeke dijwar danîne ser kampa Mexmûrê. Bi van zextan Mexmûrê ceza dikin. Lê têzanîn li kampa Mexmûrê 12 hezar penaberên ji Bakurê Kurdistanê dijîn. Di encama dorpêç û zextan de bandoreke neyînî ya derûnî, aborî û tendûristî çêkiriye.”

Têkildarî rewşa penaberan Şîrîn Emîn ev agahî jî parve dike, “Nêzî 2 hezar karkerên kampê heye û rê ji bo wan nayê dayîn biçin ser karê xwe. Bi dehan mirovên xwedî nexweşiyên kronîk di nava kampê de hene, lê destûr nayê dayîn dermanên pêwîst bigihijin kampê. Ya divê bê pirs kirin ewe, ew dorpêça ji aliyê hikûmetê ve danîne ser kampê bi awaeke fermî û nivîskî ne hatiye nivîsin. Lê asayîş bi awayeke pratîkî dike.”

Şîrîn Emîn di dewama nivîsê de îşaret bi êrîşên Tirkiye yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî dike û wiha pêde diçe, “Niha welatê Tirkiye bi hemû aliyek li dijî Kurd û Rojavayê Kurdistanê ketiye nava şer û hewl dide demografiya Rojava biguhere. Ji ber vê hevnîştîmanên me yên Rojava şehîd û birîndar dibin. Herî kêm divê Hikûmet di berjewendiya Rojava de helwest bigire û ev dorpêça li ser kampa Mexmûrê rake.”

Şîrîn di pêşniyarpirsê de ev pirsane kiriye;

-Sedema ambargo danîna ser Mexmûr çiye?

-Gelo Dezgeha Asayîşa Hewlêrê xwe dispêre kîjan qanûn û biryareke dadwerî, yan hikûmetê, rê nadin penaberên Mexmûrê bikevin Hewlêrê?

-Eger kesek ji wargehê di ber kuştina cîgirê konsolê Tirk de berpirsyar tê girtin, bila dadgeh ceza lê bibire. Lê nabe 12 hezar penaberên kampê bihevre ceza bike û bixe dorpêçê.

Destpêkê hatibû îddîa kirin Osman Kose Cîgirê Konsolxaneya Tirkiye ya herêmê ye, lê paşê ji aliyê gelek çavkaniyên nêzî Tirkiye û serbixwe eve derketibû holê ku Berpirsê MİT’ê yê Başûrê Kurdistanê ye û ji bo li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê operasyonên taybet pêk bîne, hatiye erkdar kirin. Tevî vê yekê jî Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi israr Osman Kose weke dîplomatek lanse dike.

(bz)