Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Çiro Hemeşerîf, li ser bêdengiya Hikumeta Iraqê ya li beramberî bombebarana dewleta Tirk hişyarî da û got: “Eger Hikumeta Iraqê helwest nîşan nede, ne dure ku çend rojên din herêmên di bin destê Hikumeta Iraqê de ji aliyê dewleta Tirk ve were bombebaran kirin.”
Di 21’ê vê mehê de balefirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker li devera Çemçemal wesayîtek bombebaran kiribû û 5 kes şehîd bûbûn. Heman rojê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebarankir û welatiyek şehîd bû. Heta niha Hikumeta Herêm û Iraqê li ser van bombebaranan helwestek nîşan nekirine.
Parlementera Yekitiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) a Parlementoya Iraqê Çiro Hemeşerîf di derbarê êrişên dewleta Tirk de ji Rojnews’ê re axivî.
Çiro Hemeşerîf da zanîn divê hikûmeta Herêm û Iraqê mijara bombebaranên dewleta Tirk bi cidî wergire, nabe sivîl şehîd bibin û ew bêdeng bimînin.”
Parlementer Çiro Hemeşerîf di dewama axaftina xwe de got: “Wek Parlementera Iraqê û wek fraksiyona YNK’ê em ê hewl bidin ku bi hevkariya fraksyonên din bi hevbeşî balyozê Tirkiyeyê bangî Parlementoyê bikin. Daku sinorek li pêş derbaskirina sinor û bombebaranên rojane yên dewleta Tirk were danîn, ji berku dewleta Tirk bê lêpirsînek yasayî û destûrî hatiye nava gund û navçeyan.”
Çiro Hemeşerîf di dawiya axaftina xwe de li ser bêdengiya Hikumeta Herêmê jî got: “Hikumeta Herêmê ti helwest nîşan nedaye û pêwîste daxwaznameyek radestî Hikumeta Iraqê bike. Garantî nîne ku tenê bombebaran li ser Herêmê bike. Ji ber vê yekê eger Hikumeta Iraqê jî wek Hikumeta Herêmê bêdeng bimîne, dibe çend roj din êrişê ser deverên dibin kontrola Hikumeta Iraqê de jî bike. Ji ber vê bê xemî û lê ne pirsîna li Tirkiye, rojane çendîn welatî di ber berjewendiyên Tirkiyeyê de şehîd dibin.”
(fk)