Partiya Îslamiya Kurdistanê cejna ziman pîroz kir

Serokê Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li hemû Kurdan kir ku zimanê xwe biparêzin.


Serokê Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind, bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek nivîskî weşand û cejna ziman li hemû Kurdan û gelên mezlum pîroz kir.  

Hîkmet Serbilind bibîr xist ku ji perçekirina Kurdistanê şunda hemû dagirkerên Kurdistanê zimanê kurdî qedexe kiriye û nehiştine Kurd xwe bi zimanê xwe perwede bikin.

Serbilind destnîşan kir ku bi taybetî li Bakurê Kurdistanê devleta Tirk dijî Kurdan siyasetek înkar, tunekirin  û qirêj meşandiye û wiha dom kir: “Dewleta Tirk ji bo asîmîlekirina Kurdan polîtîkayek qirêj û înkarê li ser zimanê Kurdî meşand û dimeşîne. Dewleta Tirk a nîjadperest nehîşt ku zimanê Kurdî li dibistanan were bikaranîn û bibe zimanê perwedikirinê û fermî.”

Hîkmet Serbilind di berdewama peyama xwe de bal kişand ku heta zimanê Kurdî nebe zimanekî fermî, zimanê nivîs û jiyana rojane, pêş nakeve, ji ber vê yekê pêwîstê hemû Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, bi Kurdî biaxivin û bi nivîsin. Ji ber ku zimanê me hebûna me ye. Dagirkerên Kurdistanê heqê ku Xwedê daye Kurdan înkar dikin. Di ayetek pîroz de Xwedê dibêje; ‘Ji nîşanên (qudreta) Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, ziman û rengên wê ji hev cuda kirine. Bêguman di vê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene’ (sûreyê Rûm 22). Hebûna zimanê gelan û rengê wan ji ayetên Xwedê ye. Ji ber wê hebûna xwe û zimanê xwe bi parêze.”