‘PDK li cihê ku piştgiriya dijminê Kurdan dike, bila piştgiriya birayê xwe bike’

image_print

Çarşem, 4 Jan 2017 – 15:48 

‘PDK li cihê ku piştgiriya dijminê Kurdan dike, bila piştgiriya birayê xwe bike’

Bi sedan pêşmergeyên berê, duh çûbûn Qendîlê ragihandin ku li dijî her êrişekî li ser Qendilê amadene bisekinin û pêşmerge Mihemed Xidir wiha got; “Ji bo her êrişa ku pêkwere, pêwîste cara yekem bidin ser cenazeyê me.” Pêşmergeyê bi navê Salih Mehmûd jî wiha got; “PDK li cihê ku piştgiriya dijminê Kurdan dike, bila piştgirya birayê xwe bike.”


MIHEMED HESEN/ RANYE

Ji bo dawî li dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê were, ku ji 1992’yan ve li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên leşkerî yên Tirk hene û bertekên li dijî şerê birakujiyê ku demên dawiyê bi daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêmê dîsa ketibû rojevê, berdewam dikin. Pêşmergeyan çûbûn Qendilê ji ajansa me re axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo gerîla ragihandin.

Yek ji pêşmergeyên dêrîn yê binavê Mihemed Xidir welatiyê bînarê Qendile piştgiriya xwe ji bo gerîlayên li Herêma Parastina Medya û Şengal anî ziman û wiha got; “Ez gotinên Erdogan şermezar dikim ku gotibû emê êriş bikin ser Şengal û Qendilê. Ji bo her êrîşa ku pêk were pêwîste destpêkê bi ser cenazeyê me re biçin. Em bi mal û zarok amadene ku li ber xaka Kurdistanê canê xwe feda bikîn.”

Pêşmergeyekî din yê Dêrîn Hazim Elî welatiyê devera Raperîne wiha axivî; “Erdogan şikestinek mezin ya siyasî xwar û li beramberî dewletên navnetewî xwe mezin dibîne. Erdogan ew axaftinê xwe yên ku digot Ebadî ne di asta min deye ez axaftin li gel bikim ji bîr kiriye û niha tenazilê ji bo Ebadî dike û nûnerên xwe dişîne cem wî.”

Pêşmergeyê devera Pişder yê binavê Nebî Omer wiha got; “Em piştgiriyê ji bo gerîla û şervanan dikin. Emê li beramber hemû dagirkerên ku dixwazin xaka Kurdistanê dagir bikin bisekinin û bi tûndî bersiva wan bidîn.”

Nebî Omer wiha jî got; “Qendîl şerefa her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber ku ev destkeftiyên niha li Başûrê Kurdistanê hatiye bidest xistin li Qendilê serî hildane. Em amadene ku li ber oxira xaka Kurdistanê canê xwe feda bikin.”

Pêşmergeyek din binavê Silêman Mihemed ku welatiyê bajarê Kerkûkê ye wiha axivî; “Em wekû gelê Kerkûkê di demên derbasbûyî de me çawa me plana çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan pûç kir. Îro ji em ji bo piştgiriya gerîla û Qendîla ser bilind emê heman kar bikîn.”

Hawrê Silêman jî yek ji wan pêşmergeyên dêrine û wiha axivî; “Kes nikare welatê me dagir bike, bi taybet Qendil ku welatê mezin yê Kurdane. Ew planên dijminan yên ku mane bi yekitiya gelê me emê pûç bikîn.”

Pêşmergeyê dêrin bi navê Hekîm Jengjey wiha got; “Ti rejîmekî dagirker nikare lingê xwe bavêje Qendila ser bilind. Ji niha ve pîlanekî mezin li ser gelê Kurd heye û dixwazin carek din gelê Kurd parçe bikîn. Ji ber wê pêwîste aliyên siyasî li ser aliyekî netewî lihev bên.”

Pêşmergeyê dêrin Salih Memûd ku bi navê Lale Jalanî tê naskirin û welatiyê Germiyane wiha axivî; “PKK hêzekî Kurdiye û cûdahiya PKK’ê ji her aliyê Kurdsitanê nîne. Peyama min ji bo PDK’ê eve, li cihê ku piştgiriya dijminê Kurd dike bila piştgirya birayê xwe bike.”

Pêşmergeyên dêrîn ew pêşmerge ne ku di salên derbasbûyî de xebatekî şoreşgerî dijî Hikûmeta dagirekera Iraqê kirine, bi taybet Hikûmeta Baas. Niha hemû ji teqawît bûne lê belê di her dema ku pêwîste be dest davêjin çekên xwe û diçin eniyên şer. Wek şerê dijî DAIŞ’ê derket holê.

(np)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist