‘PDK û YNK’ê berjewendiyên hevbeş li gel rejîmên ku Kurdistan parçe kirine hene’

image_print

Pênçşem, 13 Pûşper 2019 – 07:38  BERHEM LETÎF / ROJNEWS

‘PDK û YNK’ê berjewendiyên hevbeş li gel rejîmên ku Kurdistan parçe kirine hene’

 Parlamenterê berê yê Iraqê û nivîskar Mihemed Reza Emîn diyar kir ku PDK û YNK’ê berjewendiyên hevbeş li gel rejîmên ku Kurdistan parçe kirine hene û got;”Nikarin di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rol bigirin. Bê îradebûna saziyên Herêma Kurdistanê wiha kir ku li hembrî êrîşên dewleta Tirk bêdeng bin.”


Yek ji xalên ku di roja 3’yê Adara 2019’an de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser hevkirin ew ku herdu alî peywendiyên li ser asta Iraq, Herêma Kurdistanê û qada navneteweyî di çarçoveya saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê de pêk bibin. Herwiha li gorî hevkirinê wê li gel dewletên cîran bi hevbeşî tevbigerin û di çarçoveya rêzgirtina berjewendiyên hevbeş û cîrantiya hevbeş bi hevbeşî ji bo çareserkirina aştiyane  ya pirsgirêka Kurd tevger bikin.

Parlamenterê berê yê Tevgera Goran yê Parlamentoya Iraqê û nivîskar Mihemed Reza Emîn bersiva pirsa’Gelo PDK û YNK’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a li parçeyên din çiqas karîne rol bigirin û çima li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng in’ da.

Parlamenterê berê yê Tevgera Goran yê Parlamentoya Iraqê û nivîskar Mihemed Reza Emîn diyar kir ku partiyên li Herêma Kurdistanê desthilatdarin li ser rejîmên herêmê parve bûne û got ku gelek zemete bikarin sozên ku didin pêk bînin û tenê curek ji bîrkirina gele û got;”Ji ber ku wan berjewendiyên hevbeş li gel wan rejîmên ku gelê me parçe kirine heye. Lewma pêşbinî nayê kirin ku heta ku berjewendiyên wan ên hevbeş li gel wan rejîman hebe, kar ji bo çareserkrina pirsgirêka Kurd bikin.”

Mihemed Reza Emîn işaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kir û wiha domand; “Di salên 1990’an de PDK û YNK’ê bi spasdarî hêzên Tirkiyeyê anîn Herêma Kurdistanê. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Niha dewleta Tirk li herêmên sînor ên Herêma Kurdistanê  û parêzgeha Mûsilê nêzî 30 baregehên leşkerî yên Tirk hene.”

Parlamenterê berê yê Tevgera Goran yê Parlamentoya Iraqê û nivîskar Mihemed Reza Emîn bal kişand li ser helwesta partiyên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û wiha pêde çû;”Li gorî min yek sozên ku YNK’ê ji bo destpêkirina seferên balafirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê daye Tirkiyeyê ewe ku li hemberî operasyon û dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng be û rê nede tevgera PKK’ê.”

Parlamenterê berê yê Tevgera Goran yê Parlamentoya Iraqê û nivîskar Mihemed Reza Emîn diyar kir ku ji ber bêîradebûna saziyên Herêma Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê bêdeng in û got;” Hêzekî rêxistinkirina nîştiman nîne ku sînorên welat biparêz in. Ev partiyane 28 salin li ser desthilatdariya Herêma Kurdistanê ne, hêzên xwe yên çekdarî hene. Ev hêzan girêdayî wan bi xwe ne û ne girêdayî nîştiman in. Ev jî wiha dike ku rê bê dayîna dagirkeriya li ser xaka me.”

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist