Hêzên PDK’ê danê sibehê deriyê sînor a Sêmalkayê bi blokên mezin ên metal girt.
Aliyê Pêşxabûr (Başûrê Kurdistanê) ê deriyê Sêmalkayê serê sibehê ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi blokên metal hat girtin. Rayedarên deriyê Sêmalkayê diyar kir ku rayedarên PDK’ê bêyî agahiyekê pira Sêmalkayê girtiye.
PDK’ê berê jî gelek caran deriyê Sêmalkayê girtibû û ambargo li gelê Rojava ferz kiribû.
Her wiha hate zanîn ku PDK’ê hemû kar û barên li deriyê sekinandine.
PDK’ê heta niha bersiv nedaye daxwaza malbatan a wergirtina cenazeyên şehîdan ku ev 73 roj e li Sêmalkayê çalakiyê li dar dixin û danê sibehê dergeh girt.
Duh hêzên çekdar yên PDK’ê li deriyê Pêşxabûr êrîşî çalakvanên siyaseta PDK’ê şermezar dikirin, kiribû û 2 jê giran 15 çalakvan birîndar kiribû.