PDK’ê ji mamostan daxwaz kir ku li ber navendên wan xwepêşandan nekin

Sêşem, 10 Jan 2017 – 15:15 

PDK’ê ji mamostan daxwaz kir ku li ber navendên wan xwepêşandan nekin

Meclîsa Rêveberiya PDK’ê ya Silêmaniyê ji Meclîsa Mamosteyên Nerazî daxwaz  kir ku li ber navendên wan xwepêşandan nekin.


SILÊMANÎ/ ROJNEWS

Meclîsa Rêveberiya PDK’ê ya Silêmaniyê daxwaz ji Meclîsa Mamosteyên Nerazî dike ku xwepêşandanê li ber navêndên wan nekin. Şevê din meclîsa mamosteyên nerazî bi daxuyaniyekî nivîskî weşandin û diyar kirin ku ew vê daxwaza PDK’ê red dikin.

Di daxuyaniya Meclîsa Mamosteyên Nerazî de wiha tê gotin; “Mamoste û karmendên hêja, piştî ku PDK’ê çend caran daxwaza dîtîna nûnerên we xwepêşandaran kir, îro lîjneyekî ya peywendiyên meclîsa mamsoteyên nerazî bi armanca têgihiştina daxwaza PDK’ê, serdana Rêveberiya Meclîsa PDK’ê li Silêmaniyê kir û li gel Serokê Encumeniya Rêveberiya PDK’ê yê Silêmanî û Helebce Edhem Barzanî civînek lidarxistin.”

Her wiha di daxuyaniyê te wiha jî tê gotin; “Di civînê de PDK’ê bi eşkere tirsa xwe li beramberî çûyîna li ber navendên wan nîşanda û daxwaza xwepêşandan nekirinê li ber navendên wan kir.”

Di dawiya daxuyaniya Meclîsa Mamosteyên Nerazî wiha tê gotin; “Bersiva endamê Rêveberiya Meclîsa PDK’ê hat redkirin û emê berdewam bin di xwepêşandanên sivîl de emê dûr bin ji şidetê re. PDK jî weke aliyê serekî berpirse li Kurdistanê li berambeî berpirsyartiya birsîkirina gel û em guhê xwe nadin peyamanên we emê her dem li ser cehdeyan bin, her wiha em ne girêdayî ti alî û partiyanin.”

(np)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist